Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

2020, sala xerab û xedar!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê tenduristî ve, saleke gelek dijwar û xerabkar bû 2020.

Bêguman dema tenduristî hat gotin, ne bi tenê ji bo welatê me, belê ji bo cîhanê jî, ev nexweşiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) li serê miroevahiyê bûye belaya herî mezin. Ji niha ve yên jiyana xwe ji dest dane, di asta cîhanê de gihiştiye 1 milyon û 800 hezar kesî. Her wiha li dor 80 milyonî jî bi vê nexweşiya giran ketine. Hîn jî çareyeke xurt a kêrhatî jê re nehatiye dîtin. Tenê dibêjin ji bo pêşîgirtinê, hinek derman hatine dîtin û li gelek welatan, dest bi lêdana derziyên vî dermanê ku rê li vîrûsê digire hatiye kirin.

Helbet ji aliyê siyasî ve yek ji deverên herî xerab welatê me bû û em ê li ser rewşa welatê xwe bisekinin. Em ê li siyaset û êrîşên ji aliyê dagirkeran ve ku li ser gelê me tên meşandin û çendîn xerabiyê dikin binêrin û hwd. Jixwe ev bûyerên girîng ên li welatê me û li herêmê pêk tên, ji siyaset û bûyerên li cîhanê ne qut in.

Jixwe diyar e, li welatê me bi pêşengiya dewleta tirk, li her çar parçeyan, bi dehan sal in siyaseta mêtinger a qirêj, xwînrij û dagirker her hatiye meşandin, lê mirov dikare bêje sala 2020’î, ji hemû salên berê xerabtir bû.

Hîn ew êşa birînên dagirkeriya 2018’an a li Efrînê dewam dikir û li pey wê sala 2019’an dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî jî bi ser ve hat û hîn xwîn diherikî ji van birînan, hîn birîn sar nebûbûn, gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina herêmên din ketin rojevê û heta niha jî didomin. Ji vana ya herî balkêş di vê salê de fermana li ser Şingalê ye. Bi fermana J. Jeffrey, birêvebirina vê Fermana/Peymana li ser Şingalê, di bin koordînasyona Tirkiyeyê de, bi destê Bexda û Hewlêrê pêk hat.

Çendekî berê R. Erdogan, M.Kazimî vexwendî seraya xwe ya Enqereyê û bi taybetî li ser vê fermana qirkirina gelê me yê êzidî û bi giştî jî, ji bo têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek şêwr û mişêwran kirin!

Wisa diyar dibe ku leza van her du serokan ên Bexda û Enqereyê heye. Dibe ku hîn Biden desthilatî ji destê Trump wernegirtiye, vê valahiyê ji xwe re fersend bibînin û vê plana di zemanê Trump de hatibû amadekirin, di vê rewşa mij û dûmanê de  bi lez pêk bînin!

Jixwe ev hilbijartin û guhertina rêvebriya DYA’yê jî bûyerek girîng a cîhanî ya vê salê ye. Êrê dibe ku bi bingehîn guhertinên mezin di siyaseta wan de nebin lê bêguman hinek guhertinên taktîkî yên girîng jî dibe ku di siyaseta wan de çêbibin. Weke mînak, erê hevalbendiya wan a stratejîk weke dewlet li gel Tirkiyeyê neyê guhertin, lê hinek aşkera ye ew ê li gel desthilatiya R. Erdogan, ne weke Trump bimeşin. Jixwe Biden gotibû, “ez ê bi rêya hilbijartinê hewl bidim ku desthilatiya rêveberiya R. Erdogan birûxînim” û hwd.

Hinek guhertinên siyasî yên balkêş, di vê salê de hîn pirtir li Tirkiyeyê rûdan. Hinek heval û damezrînerên partiya R. Erdogan ên AKP’ê jê cuda bûbûn, niha partiyên nû ava kirin û li dijî wî bi xurtî dixebitin. Her wiha ji neçarî zava û wezîrê xwe yê herî girîng Berat Albayrak ji kar dûr xist û hwd. Navbera wî û hevparê desthilatiya wî Bahçeli jî xera dibe.

Di vê salê de, siyaset û kiryarên R. Erdogan ên derve jî di asta destwardana çekdarî ya welatan e û weke bûyerên girîng ên vê salê ne. Ger em êrîş û hewldanên dagirkirina Sûriye û Rojava û Başûr bidin rexekê, destwerdanên li Lîbya, Deryaya Spî, Qerebaxê û hwd. di asta hejandina hevsengiyên herêmê de bûn.

Bêguman di vê salê de li gel van bûyerên ne bixêr û xerabkar, her ewqas jî li dijî van siyasetên gemar û qirêj û van hewldan, kiryar û êrîşên giran, berxwedana Tevgera Azadiyê ya HPG, HSD, YBŞ, YJŞ û bi giştî li her çar parçeyan û li hemû cîhanê berxwedan û çalakiyên gelê Kurdistan ên welatparêzan jî divê werin dîtin. Ger ev berxwedana hêja û birûmet û bênavber nebûya, ewqas destkeftî nikaribûn bihatina parastin û dê ji dest biçûna. Di heman demê de ger dewleta R. Erdogan jî nekarî bi ser bikeve û negihîştibe armancên xwe, ji ber vê berxwedana xurt bû.

Kampanyayên demdirêj ên ji bo azadiya Rêber Apo, bênavber û bi berfirehî, her berdewam in.

Bi giştî berxwedana bêhempa ya gerîla, bi taybetî ya li Heftanînê, derbeya herî mezin li plan, program û hewesa dewleta faşîst a dagirker da û her dide.

Li gel şehadeta Helmet, Mam Zekî, Zerdeşt û herî dawî ya Mam Beşîr û gelek şehadetên din, gelê me bi taybetî li Başûr; li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şingal, Mexmûr û hwd. hem li dijî êrîşên dewleta R. Erdogan û hem li dijî xiyaneta PDK’ê, bi berxwedaneke lehengî têdikoşe.

Ez bawer im, li gel hemû xedarî û dilêşî û xembariyên giran ên vê salê jî berxwedan û xweragiriya gelê me û Tevgera Azadiyê bi giştî, ew ê di vê sala nû ya 2021’ê de, bi têkoşîna xwe ya cewherî û biryardarî, karibe hemû plan û projeyên hêzên hegemon, dagirker û xiyanetkaran pûç bike û di vê sala nû de zemînê ji statuyeke hêja ya Xweseriya Demokratîk û Azad a Kurdistanê re xweş û geş bike!

Bi hêviya saleke nû ya xweştir: 2021!

Nûçeyên Têkildar