Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

2021: Sala şer, berxwedan û krîzê…

Sala 2021’ê qediya. Êdî saleke nû destpê dike. Eger ji min bipirsin, kîjan ‘bûyeran’ mora xwe li sala 2021’ê da; bersiva min aşkere ye. Yek berxwedana bêhempa û berdêlgiran ya şervanên kurdan e û ya duyemîn jî krîza aboriyê ye.

Di destpêka sala 2021’an de dewleta tirk êrîş bir ser Garê. Ev êrîş di 10’ê sibatê de destpê kir, 14’ê sibatê de bi hezîmeteke mezin bi dawî bû. Dewlet ji êrîşa xwe encam negirt, 13 dîlên di destê PKK’ê de bûn kuşt û revî revî ji Garê derket. Berî vê êrîş dest pê bike, Erdogan digot ‘Di nêz de ew ê mizgîniyeke min ji we re hebe.’ Aşkera bû ku Erdogan dixwest 13 dîlên di destê PKK’ê de ne bi saxî bîne Tirkiyeyê û ji xwe re çîrokeke nû ya qehremaniyê binivîsîne. Çênebû. Gerîlayên HPG’ê bi berdêlek mezin li dijî dagirkeran rawestiya û plana Erdogan têk bir. Hulusî Akar ê tetîkkêşê Erdogan dît ku nikarin bi ser bikevin, bi gazên jehrî û çekên kîmyewî dîlên di destê PKK’ê de bûn, kuşt. Di vê berxwedanê de gerîla jî bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin.

Piştî vê hezîmetê êrîşa duyemîn a dewleta tirk di 24’ê Nîsanê de destpê kir. Tam di salvegera jenosîda ermeniyan de, leşkerên tirk berê xwe dan Avaşîn, Zap û Metînayê. Ev êrîş hê jî didome. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, çendîn car derhaqê êrîşan de ji raya giştî re axivî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG‘ê gelek caran derbarê êrîşên dewleta tirk de agahî da. Gelek dîmenên şer hatin weşandin. Aşkera bû ku dewleta tirk roja ewil xwe li ser kîjan girê bi cî kiriye, hê jî li wan dera ne. Berxwedana gerîla ew derfeta nedaye ku armanca xwe pêk bînin.

Ev tiştên ku bi çend hevokan min nivîsî, bêguman bi hêsanî nebûye. Berdêlek mezin hatiye dayîn. Şervanên kurd, bi berdêla canê xwe rê nedaye ku dagirker bikaribe amanca xwe bi cî bînin.

Gelo, dagirker armanca xwe bi cî bianiya ew ê çi biba?

Aşkera ye! Berî her tiştî Erdogan, ew ê dîktatoriya xwe mayînde bikira. Dawî bi daxwaza kurdan bianiya. Êdî tu kurdek nekarîbû bi hêsanî doza mafê xwe bike. Ango ew ê plana tunekirina kurdan ‘plana çokdanînê’ bihata cîbecîkirin. Rengên din a dewletê piştî van gavan, dîsa dikaribûn şerê xwe yê desthilatdariyê di nav xwe de bimeşînin. Lê di vî şerî de êdî hesaba kurdan nedihat kirin.

Berxwedana şervanên kurd, di 2021’an de pêşî li vê planê girt.

Encamên berxwedanê xwe di krîza aboriyê de aşkera kir. Di dawiya salê de lîrayê tirk navbera çend rojan de nêzî sedî 50 bêqîmet bû. Erdogan ji bo pêşî li krîzê bigire hinek dolarên ku berê bi rêya çeteyên xwe yên sermayedar dizî bû, da piyasê. Ew jî têr nekir. Niha lîrayên tirkan her diçe dîsa dibe pûl. Xizanî her diçe, zêde dibe. Gel nikare nan bibe mala xwe.

Di 2022’yan de karê herî girîng ew e ku têkîliya şer û aboriyê zêdetir were aşkerakirin. Divê gel jî, aliyên siyasî jî êdî baş fam bikin ku siyaseta şer û aboriyê ji hev cuda nîne. Çi li Bakur û Başûr û çi jî li Rojava, dewleta tirk heta ku dev ji siyaseta xwe ya qirêj bernede, nikare bi ser bikeve.

Kurd li hember şerê wan serî netewand. Ev bû sedema krîza wan. Krîz ne tenê aborî ye. Civakî ye, siyasî ye, leşkerî ye. Eger dixwazin rewşa xwe sererast bikin, kin û kurt divê mafê kurdan nas bikin û hesaba paşerojê bi kurdan re bikin. Eger ne wiha be, nikarin ji dîktatoriya Erdogan jî xilas bibin.

Nûçeyên Têkildar