Em derbasî salake nû dibin. Her çiqasî êş û astengî pir û zêde bûn; başî, xweşî, destketî û hêvî jî zêde bûn. Bi taybetî ji bo gelê kurd tiştên dilbiêş hebû lê tevî vê yekê jî moral û coş hebû.
Li ser rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk di vê salê de dewam kirin û di oxira parastina herêmê de gelek berdêl hatin dayîn. Ji ber ku deweta tirk di wî alî de nikarîbû xwe bigihîne encamê, giraniya xwe da rêbazên avakirina ajanan ji bo ku derbê li destketiyên Rojava û Tevgera Azadiyê bixe. Her dem ev rêbaz hatiye meşandin lê di vê salê de hîn zêdetir xist dewrê.
Li ser başûrê Kurdistanê operasyon li ser oparasyonê û dîsa bi hemû rêbazan êrîş û plan danîn. Li aliyê din jî PDK’ê ketibû dewrê û çi li Zîne Wertê û çi jî li herêma Garê, çekdar xistin tevgerê da ku dorê li gerîla bigire û weke ku dewleta tirk dixwaze, Tevgera Azadiyê ji holê rabikin.
Li Şingalê piştî 5 sala ji rizgarkirina ji DAIŞ’ê, şûna ku destek ji bo Şingalê û civaka êzidî were dayîn da ku koçber vegerin û jinûvaavakirin û xweşkirin çê bibe, berovajî di 9’ê Cotmehê, di roja salvegera komploya li ser Rêber Ocalan de peymana bazareke nû ya bi dilê dewleta tirk, PDK û Bexdayê nava xwe de îmze kirin. Di esas de ev peyman ne tenê ji bo Şingalê, ji bo dorlêgirtina li rojavayê Kurdistanê jî bû.
Di nav sala 2020’an de li Efrînê jî komkujiyên ji revandin, talan, tecawiz û diziyê qet neqediyan û berovajî wê hîn zêdetir bûn û ev yek li pêş çavê hemû saziyên cîhanê yên ku ji xwe re dibêjin mafê mirovan, pêk hatin. Ev komkujî bi rapora komîtaya lêpirsînê ya serbixwe ya ser bi NY’ê ve jî her çiqasî kêm hatibe ziman, îsal hat aşkerakirin. Lê tu bandora vê raporê jî li tevgera dewleta tirk nekir û her komkujî li deverên dagirkirî domandin.
Li bakurê Kurdistanê her roj komkujî, tecawiz û girtin hebû û îsal hîn zêde bê tirs hatin kirin. Ji avêtina mirovan ji helîkopteran û heta tecawiziya derheqê keçên kurd bi destê polîs û leşkeran li Kurdistanê. Ev jî asta bêexlaqî û faşîzmê dide raber kirin.
Ev hin bûyerên ku di nava salê de qewimîne me li jor anîn ziman. Lê ya divê ku kurd bikin çi ye ku karibin parêzeriya xwe ya leşkerî jî ya siyasî û civakî xurt bikin? HSD’ê li Rojava parastin kir û Şingal bi saya zarokên wê hat parastin. KNK’ê ket tevgerê û ji bo şerê kurdkuj ku PDK’ê li pê bû bide rawestandin bi hemû aliyan re hevdîtin kir. Fermandarê HSD’ê li Rojava ji bo nêzikbûna aliyên siyasî yên kurd pêk bîne gav avêtin. Şingalî li ser pêyan bûn, rojavayî li qadan bûn û li Başûr jî gel dengê xwe bilind kir. Ev hemû ji bo nasnameya kurdî û jiyana bi rûmet a ku kurd layiqî wê ne were parastin hat kir.
Ev xetên stûr bûn me anîn ziman. Ya di ziraviyê de divê were kirin, ew e ku her kurdek ji şûna ku li berjiwendiyên xwe yên sexsî di warê madî de zêde bifikire, divê wijdana xwe bi hatina sala nû re lêpirsîn bike û karê ku rûmeta kurdan tevan diparêze bide berçavên xwe.
Ev lêpirsîna wijdanî bila bi komkujiyên dewleta tirk ên li ser gelê kurd re bikeve pêşbirkê. Divê çi dibe bila bibe, çi şoreşger, çi pêşeng çi rewşenbîr û çi jî kurdekî welatparêz, divê helwest û wijdana xwe bixe ber lêpirsînê da ku pêşî li dagirkeran were giritn. Jiyana rihet û bê têkoşîn û wijdan kurdan bê nasname dihêle. Divê sala nû ya hesabpirsîna hem ji xwe hem jî ji dijmin û dagirkeran be.