Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

21 sal berê hatin binçavkirin hêj winda ne

Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê Ebubekîr Denîz ku 21 sal berê li navçeya Silopiya di binçavan de hatibûn windakirin bi daxuyaniyeke hatin bibîranîn û hat xwestin ku aqûbeta wan zelal bibe û kujer werin dîtin

Serokê HADEP’ê yê Serdar Taniş û rêvebir Ebubekîr Denîz yên navçeya Sîlopiya ku di 25’ê çilêya 2001’ê de di bin çavan de windakirin, 21 sal in hêj winda nin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Silopiyaya Şirnexê, ji bo bîranîna Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz daxuyanî dan çapemeniyê. Girsê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Malbatên Taniş û Denîz, rêveber û parlamenterên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseyê di daxuyaniyê de wêneyên her du siyasetmedaran hildan û pankarta “Di 25’ê Çileya 2001’an de hatin binçavkirin, hîn jî winda ne, em şopdarê rêya we ne” vekirin.

Bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş, diyar kir ku faîl diyar in û wiha axivî: “Ev 21 sal in me hestiyên wan nedîtine. Me serî li her derê dan. Lê mixabin me tu agahî negirtin. Ji bo ku em li faîlên Serdar û Ebubekîr bipirsin, em her sal rojek wek îro li vir kom dibin. Divê tu kes li hemberî zilmê xwe bêdeng neke û dengê xwe bilind bike. Em bang li dewletê dikin kujeran derxin holê. Ne tenê faîlen Serdar û Ebubekîr, bila hemû bûyerên kiryar nediyar û kujerên wan werin eşkerekirin. Bila kujer werin cezakirin. Daxwaziya me edelet e.”

Birayê Serdar Taniş û Hevserokê HDP’ê yê Silopiyayê Yakup Taniş daxuyanî da û anî ziman ku heta kujer bêne dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî bi lêv kir ku niha bi hezaran kes li pey rêça Taniş û Denîz têdikoşin û wiha got: “Îro bi mîlyonan kurd cihê wan girtî ye û ala wan rakirine. 17 hezar û 500 mirovên me qetil kirin. Lê îro ew kesên ku ew qetlîam kirine weke mişk û maran di kunên xwe de xwe vedişêrin.”

Piştî axaftinan bername bi dawî bû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar