21’ê Sibatê, di 17’ê Mijdara 1999’an de ji aliyê Rêxistina Ziman, Çand û Zanistê (UNESCO) yê ve wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye îlankirin.
Sala 1952’yan, di 21ê Sibatê de xwendekarên zanîngehê yên endamên tevgera zimanê bengal, dema ku ji aliyê dewleta Pakistanê ve zimanê urdû li ser gelê bengal hat ferzkirin û li hemberî vê pêkanîna dewletê çalakî li dar xistin, di encama êrîşa polîsên dewleta Pakistanê de gelek xwendekarên zanîngeha “Dakka”yê hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.
Gelê bengalî ji bo bîranîna ciwanên ku di êrîşa polîsan de jiyana xwe jidest dan, serî li rêxistina UNESCO’yê da û ev daxwaza gelê bengalê ji aliyê UNESCO’yê ve hat qebûlkirin û 21 ê Sibatê ji sala 2000’î heta vê demê wek roja zimanê dayikê li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin.
Armanca diyarkirina “UNESCO” yê, ya 2’ ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, hem ji bo bîranîna ciwanên endamên tevgera zimanê Bengalê û hem jî ji bo parastina çand û zimanê gelên cîhanê ye.
Loma 21 ê Sibatê li tevahiya cihanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin.
Ji ber ku ji destpêka avabûna komarê heta vê demê çand, ziman, nasname û hebûna gelê kurd ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tune hatiye hesibandin û înkarkirin, wate û girîngiya 21’ê Sibatê ji bo gelê kurd, ji gelê din ên cîhanê zêdetir û cûdatir e.
Gelê kurd di vê rojê de daxwaza xwe ya; “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” li hemû qadên jiyanê bilindtir dike.
Gava em li têkoşîna gelê kurd dinêrin, dibînin ku têkoşîna ziman a gelê kurd beriya gelê Bengalê dest pê kiriye.
22 sal beriya têkoşîna tevgera zimanê gelê Bengaêl ya 1952’yan, di sala 1930’î de gava ku wezîrê dadê yê wê demê Mehmûd Esad Bozkurt di axaftina xwe de gotibû “qenaeta min ew e ku tevahiya gelê vî welatî tirk e”.
Li vî welatî yên ku ne tirk in, yek mafekî wan heye, ew jî xizmetkarî û koletiya ji gelê tirk re ye” û bi vê gotinê hebûna gelê kurd hat înkarkirin, zimanê kurdî hat qedexekirin, cezayên pere li axaftina bi zimanê kurdî hatin birîn. Wê demê têkoşîna gelê kurd a li hemberî înkara zimanê kurdî dest pê kir. Ji wê demê heta van rojan, gelê kurd di oxira zimanê xwe de bi pêkanînên dewletê yên girtin, îşkence û kuştinan re rû bi rû ma û berdêlên giran da.
Di serî de têkoşîna ziman, ev têkoşîna parastina nirx û rûmetên neteweyî ya gelê kurd, hîn jî berdewam e.
Bi dehsalan e gelê kurd bi pêşengiya saziyên ziman, bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê têkoşînê dimeşîne.
Di pêvajoya vê têkoşînê de saziyên ziman ên wek Kurdî-Der û 38 şaxên wê yên li bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Akademiya Ziman û Wêjeyê ya Ehmedê Xanî, dibistanên seretayî yên Ferzad Kemanger, Bêrîvan û Dayika Uweyş, bi dehan Malên Piştgiriya Perwerdehiyê û pêşdibistanên di bin banê şaredariyan de, bûn hedefa pergala “qeyûm”an û bi biryarnameyên di hikmê qanûnan de hatin girtin, bi sedan rêveberiyên van saziyan, zimanhez û aktîvîstên zimanê kurdî hatin binçavkirin, girtin û di çerxa îşkenceyan re hatin derbaskirin.
Gava ku van êrîşan li hemberî gelê kurd û saziyên zimanê kurdî dihatin kirin, Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdoğan, ji bo 10 hezar karkerên tirk ên li Almanyayê dixebitîn daxwaza perwerdehiya bi tirkî ji dewleta Almanyayê dikir û digot; “Heke dewleta Almanyayê derfetên perwerdehiya bi tirkî ji bo karkerên tirk ên li Almanyayê nexe meriyetê, sûcê li hemberî mirovahiyê dike”.
Lê heman Erdogan, di heman demê de wek şopdarekî kevneşopiya avakarên komara Tirkiyeyê, li ser zimanê bi deh milyonan gelê kurd polîtîkayên bişaftinê dimeşandin.
Gelê kurd, li hemberî van polîtîkayên dewletê bi dehsalan e bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dike û ji bi ku astengiyên li pêşiya ziman kurdî werin rakirin, dibêje pêwîste xala 42’yemîn a zagona bingehîn ku bı ibareya; “Li Tirkiyeyê jî bilî zimanê tirkî bi tu zimanekî din nikare perwerdehî were dayîn”, yan were sererastkirin an jî, ji zagona bingehîn were derxistin.
Her wiha gelê kurd, hem bang li dewleta Tirkiyeyê hem jî li welatên endamên Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê jî dike ku dewleta Tirkiyeyê berpirsiyariya imzeyên xwe yên ku avêtiye binê peymanên navneteweyî bi cih bîne, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û saziyên mafê mirovan jî ji ber ku dewleta Tirkiyeyê di polîtîkayên înkara çand, ziman û hebûna gelê kurd de israr dike, mûeyîdeyên pêwist bixe meriyetê û pêk bîne.
Li hemberî van polîtîkayên înkarê yên AKP a ku bi pêşengiya Erdogan temsîla dewletê dike, pêwîste gelê kurd ji bo parastin, pêşxistin û mayîndekirina zimanê kurdî siyaseta xwe ya ziman saz bike û di çarçoveya vê siyasetê de çalakiyên demdirêj û domdar li dar bixe.
Ji bo ku van çalakiyan bigihîjin armanca xwe û veguherin destkeftiyan, derfeteke, ku 21 ê Sibatê bibe destpêka amadekariya van çalakiyan û heta 15 ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bingeh û binesaziya van çalakiyan were temamkirin û li hemberî hebûna 75 hezar dibistanên ku ji bo perwerdehiya zimanê tirkî hatine vekirin û tunebûna yek dibistaneke zimanê kurdî; Li bajar, navçe, bajarok û gundên kurdistanê konên ziman werin danîn û di van konan de dersên zimanê kurdî werin dayîn û bi vî awayî polîtikayên bişaftinê yên dewletê ku li hemberî zimanê kurdî tên meşandin bên deşifrekirin, li ber çavê cîhanê werin raxistin ku pêşengên siyaseta kurd karibin 15 ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di tehma cejnê de bi gelê kurd bidin jiyandin û sala 2024 an bikin sala azadiya zimanê kurdî.
Zimanê kurdî, nîşaneya statûya siyasî ya gelê kurd e. Li hemberî êrîşên li ser zimanê kurdî, li hemberî înkara ku li ser gelê Kurd û zimanê kurdî tê meşandin, xwedî derketin, parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, Erka hemû kurdên xwedî hişmendiya nasnameya neteweyî ye.
Zimanê kurdî mîrateya bav û bapîr, dayîk û dapîrên me û emanetê zarok û neviyên meye.
Çawa ku dayik û bav, dapîr û bapîrên me ev zimanê wek şîrê dayikê helal, pak û paqij radestî me kirin, peywira me hemûyan ew e ku, em jî bi heman pakî û paqijiyê, ji pêşdibistanê heta zanîngehê zimanê xwe bikin zimanê perwerdehiyê û radestî zarok û neviyên xwe bikin.
Bi hêvî û daxwaza ku di serdema perwerdehiya 2024- 2025 an de zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê, 21 ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li hemû gelên ku ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin pîroz be.