Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin

Bêbextiya Navneteweyî ya li dijî Ocalan bi çalakiyên global tê rûreşkirin. Pirtûkxaneya Ocalan dê bi 22 otobusan dest bi tûra xwe ya li Almanyayê bike, ciwan û enternasyonalîst jî dê ji 5 heta 13´ê sibatê bênavber çalakiyan bikin

Navenda Nûçeyan |

Hêzên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin û radestî dewleta tirk kirin. Ev 22 sal in Ocalan di Girava Îmraliyê de di bin tecrîdeke giran de ye. Vê minasebetê dê di asta kurewî de çalakî bên lidarxistin.

Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç têkildarî çalakiyan ji Nûçegîhanê Yenî Ozgur Polîtîka Denîz Babîr re axivî û diyar kir ku dê çalakî heta 15´ê Sibatê bênavber bidomin. Koç da zanîn ku dê wekî KCDK-E, çalakiyên wan di 1’ê Sibatê de dest pê kiriye û wiha got: “Hem di çarçoveya pêngava azadiyê û hem jî bi rasthatina salvegera Bêbextiya Navneteweyî li seranserê dinyayê çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên me di 1’ê Sibatê de dest pê kir û dê heta 15´ê Sibatê bênavber bidomin. Em bi wan çalakiyan bêbextiyê rûreş bikin û doza azadiya Serok Apo bikin.”

Koç anî ziman ku meşên dirêj ên ciwan û enternasyonalîstan, îsal ji ber tevdîrên pandemiyê dê neyên lidarxistin û wiha domand: “Ciwan û enternasyonalîstan li welatên Spanya, Afrîkaya Başûr, Filîpîn, Norwêc, Kanada, Awustralyayê gelekî dixwestin beşdarî meşên dirêj bibin. Lê ji ber tevdîrên pandemiyê nikarîn. Dîsa jî, ji 5 heta 13´ê Sibatê, ciwanên kurd û enternasyonalîstên li Almanyayê dê çalakiyan li dar bixin. Çalakî dê bi mîtînga sibe ya li Hanauyê dest pê bikin.”

Di berdewamê de Koç diyar kir ku di çarçoveya bernameyê de dê 9 rojan, her roj li bajarekî din çalakiyan pêk bînin û ev tişt anî ziman: “5´ê sibatê, li Hanauyê piştî bibîranîna 9 ciwanên di êrîşa nijadperest a par de qetilkirî, wê mîtîngek li navenda bajêr bê lidarxistin. 6´ê sibatê li Frankfurtê, 7´ê sibatê li Mainzê, 8´ê sibatê li Darmstadtê, 9´ê sibatê li Mannheimê, 10´ê sibatê li Esslingenê, 11´ê sibatê li Bad Cannstattê, 12´ê sibatê li Freiburgê çalakî hene. Ji ber tevdîrên koronayê yên li Fransayê kom dê nikaribe biçe bajarê Fransayê Strasbourgê û ji ber wê, kom dê çalakiya xwe 13´ê sibatê bi mîtîngeke girseyî li Freiburgê bi dawî bike.”

Dê 3 rojan bimeşin

Koç anî ziman ku dê li gelek bajaran jî meşên sê rojan bên organîzekirin û wiha go: “Li paytexta Almanyayê Berlînê, li bajarên wê Hamburg, Bremen, Stuttgart û Kolnê, li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarê wê Marsîlyayê, li Swîsre, Belçîka, Awustralya, Yewnanistan û Skandînavyayê jî meşên 3 rojan dê bên organîzekirin.”

22 otobusê dê pirtûkxaneyên seyar li bajaran bigerînin

Yuksel Koç bal kişand ser pirtûkxaneya seyar a ji bo Ocalan û wiha lê zêde kir: “Îsal dê li gelek welatan pirtûkxaneya seyar a Ocalan bigere. Ji bo vê 22 otobus dê li welatên cihê yên weke Almanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Swîsre, Yewnanistan, Swêd, Norwêc, Danîmarka, Îngilistan, Kanada, Awustralyayê bigerin. Ev çalakî hem wê balê bibe ser bêbextiya navneteweyî, tecrîdkirina Ocalan û hem jî wê fikrên Ocalan û kitêbên wî bide nasandin.

Pirtûkxaneya seyar a Ocalan li bajarê Almanyayê Bremenê dest bi gera xwe kir. Otobos îro dê li Oldenburgê be. Otobus sibe dê biçe Hamburgê û bi mîtîngekê gera xwe bi dawî bike. Wekî din îro li Stuttgartê otobuseke din dest bi gera xwe bike, 7´ê sibatê yeke din dê li Berlînê dest bi gera xwe bike. Heta 15´ê Sibatê wê pirtûkxaneyên seyar ên Ocalan, biçin bi dehan bajaran.”

Çalakiyên navneteweyî

Ji bo protestokirinê dê 13´ê sibatê li seranserê dinyayê çalakî bên lidarxistin. Di 14´ê sibatê de bi pêşengiya ciwanan dê meşên bi meşaleyan bên lidarxistin. Di 15´ê Sibatê jî bi pêşengiya TJK-E´yê li ber konsolosxaneyên Tirkiye û Amerîkayê dê çalakî bên lidarxistin. Koma Xebatê ya ji bo Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan dane destpêkirin. KCDK-E dê bi awayekî çalak destekê bide vê kampanyayê da ku xelk nameyan ji Neteweyên yekbûyê re ji bo azadiya Ocalan bişîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar