Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

22 parlamenterên jin ên HDP’î êrîşa zayendî ya li girtîgehê ji Wezîrê Dadê pirsîn

22 parlamenterên jin ên HDP'î êrÎş û îşkenceya zayendî ya ku li girtî Garîbe Gezer hat kirin, birin rojeva meclise û ji wezîrê dadê pirsîn

Parlamenterên jin ên HDP’ê îşkenceya zayendî û êrîşa ya li Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, hatibû kirin, birin rojeva meclisê. 22 parlamenterên jin ên HDP’î bi daxwaza bersivdayînê pêşniyazpirsek pêşkêşî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin.

Parlamenterên jin di pêşniyazpirsê de diyar kirin ku Garîbe Gezer a di sala 2016’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatibû girtin, piştî di 15’ê adarê de cezayê hucreyê lê hat birîn, ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jinan ku lê dihat ragirtin, sewqî Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F hatiye kirin.

Parlamenteran ragihandin ku daxwaza derbasbûna qawişên 3 kesan a Gezer a 22 rojan li Kandirayê di hucreya yekkesî de ma, nehatiye qebûlkirin û wiha gotin: “Gezer a di hucreya yekkesî de tê ragirtin li hemberî vê rewşê, xistina bi zorê ya hucreya yekkesî şermezar kir û bi hîceta ku ‘çalakiyê dike’ hatiye xwestin ku bibin ‘odeya singerê’. Roja 24 ‘ê gulanê tîmeke ji 8 jin û mêrên gardiyan pêk dihat ketine hucreya Gezer lê dane û dema gardiyanên jin destên wê girtin, gardiyanên mêr bi postalên xwe pêl li stûyê wê kirine û bi deqiqeyan tundî lê kirine.”

Parlementeran da zanîn ku Gezer ji aliyê gardiyanên jin ve bi erdê re hatiye kaşkirin û wiha berdewam kirin: “Şalwarê wê ji piya hatiye kirin, di beşa ku gardiyanên mêr tê de bûne bi awayekî nîv tazî bi erdê re hatiye kaşkirin û tacîz lê hatiye kirin. Piştre ew avêtine ‘odeya bisunger’ ku 24 saetan bi kamerayan tê şopandin û bi temamî hatiye îzolekirin. Di vê odeyê de gardiyanên jin êrîşa zayendî li Gezer kirine.”

Parlamenteran destnîşan kir ku ji ber êrîşa zayendî û tundiyê Gezer xwestiye di heman şevê de xwe întîhar bike û wiha gotin: “Gezer a ku birine revîrê rastî muameleya xerab hatiye û nehatiye dermankirin. Piştî van bûyerên travmatîk, Gezer a careke din xistine hucreya yekkesî, xwestiye di 7 ‘ê hezîranê de hucreya xwe bişewitîne. Ji ber vê yekê careke din avêtine ‘odeya bisunger’ û 24 saetan li wir hatiye sekinandin. Di hevdîtina bi malbata xwe de, ji ber ku tiştên li wê hatine kirin ragihandiye, 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn û der heqê wî de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Hin nameyên Gezer hatine sansurkirin û hin nameyên wê jî nehatine şandin. Tevî ku ev demeke ev gilî û îdîa tên zanîn jî, ji aliyê dozgeriyê ve tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û der heqê berpirsyaran de tu doz nehatine vekirin.”

Parlamenterê jin ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs kirin:

*Êrîşa zayendî jî di nav de tundiya li Garîbe Gezer hatiye kirin, bi agahiya wezareta we pêk hatiye?

*Sedema redkirina daxwaza Garîbe Gezer a çûyîna hucreya sê kesî çi ye?

*Der barê personelên girtîgehê yên tundî li Garîbe Gezerê kirine de tu lêpirsîn hatine destpêkirin? Heke lêpirsîn hebe der barê çend kesan de bi kîjan sûcan lêpirsîn hatiye vekirin? Heke lêpirsîn nehatibe destpêkirin çima nehatiye destpêkirin?

*Dozgerî çima der barê beyanên tundiya li girtîgehê pêk hatiye de tevnagere?

*Gelo rast e ku xebatkarên tenduristiyê yên li girtîgehê di dema revîrê de li Gezer muameleya xerab kirine û tedawî nekirine? Der barê xebatkarên peywîrdar de lêpirsîn hatiye destpêkirin?

*Gelo rast e ku hin nameyên Garîbe Gezer nehatine şandin û hin jê hatine sansurkirin?

*Odeyên weke ‘odeyên bisunger’ tên binavkirin bi kîjan bingeha hiqûqî weke rêbazeke ceza tê bikaranîn? Li Tirkiyeyê di kîjan girtîgehê de û bi giştî çend ji van ‘odeyên bisunger’ hene?

*Li girtîgehan pêkanînên lêgerîna tazî û girêdayî vê êrîşa zayendî didome? Ji bo ku ev pêkanîn were bidawîkirin wê tu gav werin avêtin? ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar