Di meha tebaxa 2016’an de polîsan avêtibûn ser avahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Bi îdiaya ku 22 rojnameger ‘li dijî polîsan derketine2 5 sal in dihat darizandin. Danişîna biryarê ya doza rojnamegeran li 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Rojnameger beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan Ozcan Kiliç, Cemal Polat, Sercan Korkmaz û Oya Oznûr di danişînê de amade bûn.
Parêzeran di danişînê de parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin beraetkirin. Dadgehê daxwaza parêzeran nirxand û bi hinceta ku delîlên rojnameger werin cezakirin têrê nakin û rojnamegeran sûc nekiriye, biryara beraetê da. Her wiha dadgehê biryar da ku materyalên dîjîtal ên rojnamegeran ku 5 sal in hatine desteserkirin li wan werin zivirandin. STENBOL