Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

22 sal in hestiyên Hozan Hogir nadin malbatê

Li gundê Kelehê yê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di 23’yê cotmeha 1998’an de artêşa tirk herêmê bombebaran dike û di encama êrîşê de lêkolînera alman Andrea Wolf û hunermendê kurd Hozan Hogir (Cazim Tatar) jî di nav de 3 jin 41 gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest didin.

Piştî êrîşê cenaze bi komî tên veşartin. 22 sal in cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Tevî malbatên hin cenazeyan serlêdan kirine ku gora komî were vekirin jî lê serlêdan û daxwaza wan bêbersiv mane.

Yek ji van malbatên serlêdana wan bêbersiv maye jî malbata Hozan Hogir e.

Malbata Hozan Hogir û parêzerê wan bi daxwaza vekirina gora komî heta îro 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Şaxê dane.

Dozgerî di bersiva serlêdana dawî de ji malbatê re dibêje ku ji ber delîlek di çarçoveya dosyeyê de nîne ka lawê wan di nava 41 gerîlayên PKK’ê de ne yan.

Kekê Hozan Hogir, Cevdet Tatar diyar kir bi salan e ji bo wergirtina cenaze ew têdikoşin lê nikarin werbigirin.

Ji hunermendiyê ber bi şoreşgeriyê ve

Tatar diyar kir ku birayê wî Hogir zarokê 10’emîn ê malbatê ye û ew di sala 1974’an de li Tetwana Bedlîsê hatiye dinyayê û anî ziman ku malbata wan ji ber şert û mercên aborî neçar ma ku di sala 1980’an de koçî Aydinê bike.

Tatar da zanîn ku Hogir di sala 1992’yan ew çûye Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û li wir dest bi karê xwe yê hunerî dike û diyar kir ku Hogir pişt re bûye hunermend û di demek kin de albûmek bi navê ‘Pêt’ derxist. Tatar got ku birayê wî Hogir ji ber zextên lê hatin kirin di sala 1996’an de tev li PKK’ê dibe û destnîşan kirk u birayê wî her çiqas jiyana xwe ji dest dabe jî lê hêj stran û awazên wî tên guhdarkirin.

Mafê wan binpê kirin e

Tatar destnîşan kir ku birayê wî Hogir tu carî neheqî qebûl nedikir û her dawî wî li malê dibîne û ew dibe hevdîtina dawî û diyar kir ku dayika wan pir li benda lawê xwe sekinî ku rojek were lê agahiya mirina wî dibihîzin.

Tatar da zanîn ku mafê şînê mafê her însanî ye û ew mafek însanî û xwezayî ye û bi nedana hestiyên birayê wî ev maf hatiye binpêkirin û got ku divê gora komî hemû vebibe û cenaze radestî malbatên wan werin kirin.

Her wiha Tatar anî ziman ku ji ber serlêdanên wan hemû bê encam mane li ser vê yekê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane û ew li benda biryarê ne û got ku dê têkoşîna wan hiqûqî bidome. AYDIN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar