Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

22 saliya Plangeriya Navdewletî

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Piştî 22 salan, êdî kesên ku vê plangeriyê weke siyasetek navdewletî ya dewletên hegemon a hevpar qebûl neke nîne. Ji xwe serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît li ber mirinê, dibe ku bêhemdî xwe be jî, li xwe mikur hat û got “wele ev çend sal derbasbûn, heta niha jî ez nizanim DYE û hevalbendên xwe, çima Abdullah Ocalan radestî me kirin!”

Her wiha Wezîra Kar û Barê Derve yê DYE’yê Medeleine Albright jî, gelek rayederên payebilind û têkildar ên DYE û hinek dewletên din jî, aşkera li xwe mikur hatin ku Rêber Apo wan pêşkêşî dewleta tirkan kirine. Bi  taybetî xanima Albright lê zêde dikir û matmayîna xwe ya ji vê komployê wisa dida der; ev çawa çêbû ewqas kesan, ji her aliyê civakê, ji bo Abdullah Ocalan canên xwe bexşandin? û hwd.

Ji niha û pêve, êdî wisa diyar e ku ji bo vê bûyera navdewletî; vê plangeriya herî mezin a li dijî Rêberekî, zêde ronîkirinê û şîroveyê naxwaze. Belê bi giranî û bi bingehîn, zêdekirina xwedîderketina hem felsefi hem fizîkî girîngtir û lezgîntir e.

Her wiha di vê salvegera 22’an de, ev hewldan, bi awayekî ber bi çav, hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem li cîhanê berfireh bûye. Dibe ku pirtir beşdarabûna xort û keçên ciwan ên navneteweyî tên xuyakirin. Eger ev xwedîderketina paradigma û beşdarbûna çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo, wisa bi aliyekî tenê ve were dîtin, kêmasiyek mezin e. Ya rastir û xurtir, xwedîderketinek ji piraliyên civakî yên cîhanî heye û bi giranî aliyên têgihiştî, zana, aştîxwaz û demokrat in. Mînak; hejmarek mezin akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û bi taybetî jî sendikayên karker û kedkarên ku endamên wan bi milyonan e, pir çalak û dengekî bilind li Rêber Apo xwedî derdikevin!

Li cîhanê, hema hema mînakên wisa nehatiye dîtin: bi tenê mînaka Nelson Mandela û Abdulah Ocalan dişibin hev. Lê eger wisa were dom kirin, ku ez bawer dikim ew ê hîn mezintir bibe û bi berfirehtir were dewam kirin, dê di cîhanê de bibe bûyerek yekane ya rêberiya pêşvexistina civaka azad û demokrat a hemdemî.

Jixwe, lewma xwedanê felsefe û siyaseta komploger, vê felsefeyê ji bo sîstemên xwe alternatîf dibînin û hewldana xwe ya têkşikandina vê paradigmayê dewam dikin. Lewma Rêber Apo jî, her hişyariyê dike ku plangerî dawî lê nehatiye. Erê bi berxwedan û xweragirî û hostayiya siyasî li Îmraliyê, bi giranî pêşî planê hat birîn. Her wiha gel û Tevgera Azadiyê jî da ser vê şopa Rêberê xwe û meşiya û dimeşe û her wiha baweriyek mezin hatiye afirendin, îradeyek nayê şikandin hatiye damezrandin û teqez ew ê bi ser bikeve.

Lê ev doz, ev xebat û tebat xemsariyê qebûl nake. Li ku derê valatî û bêlebatî derkeve, neyar wê valatiyê tije dike û derbê li vê doza pîroz û bi rûmet dide.

Ma ne li ber çavan e ku ji bo Şoreşa Rojava hilweşînin, bandora vê felsefê li Başûr û bi giştî li her deverê têk bibe çawa hewldan û lêdan tê kirin?

Bi taybetî ji bo gelê kurd û Tevgera Azadiyê ji Rêber Apo û felsefeya wî dûr bixe, çi ji destê kevneperestên cîhanî û herêmî were ew ê bikin. Lê wisa xuya dibe û êdî ew jî li ber çavan e ku hem Rêber Apo bi xwe, hem gelê kurd, hem Tevgera Azadiyê, li gel ewqas êrîşên dewleta tirk û hevalabendên wê yên herêmî û yên cîhanî, nikaribûn bigihêjin armancên xwe.

Berovajî, li gel ewqas êş û xem û eleman, ev felsefe û tevgêr her roj ji ya din xurtir bi pêşve dikeve. Êdî ne li Kurdistanê tenê, li herêmê û tevaya cîhanê hate naskirin û piştgriyek xurt jî hatiye standin û ew ê hîn xurtir jî were standin.

Di encamê de, mirov bi hêsanî dikare bêje, êdî pejirandin û hezkirina vê felsefeyê û xwedanê wê Rêber Apo cihê xwe di dil û mejiyê mirovahiyê de gelek bi berfirehî çêkiriye û qayim kiri ye. Ne bi kotekî, ne bi derewan û bêbextiyan; ne bi top û tifingah, ne bi tank û frokeyan, ev hêz û ev îradeya xweser nema dikare were hilweşandin. Ew ê her bi pêşkeve!

Rojên reş, diguhezin dibin rojên xweş û geş! 9’ê Cotmehan û 15’ê Sibatê diçe sergoyê dîrokê, 21’ên Adaran nûjen û zindî dibin, her roj dibin NEWROZ ên hemdemî yên navneteweyî!

Nûçeyên Têkildar