Berwedena girtiyên PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dane destpêkirin bi biryardarî 138 roj in didomin. Berxwedrpn zindanan diyar kirin ku ji 4’ê Nîsanê pêve derketina dadgeh, hevdîtin û telefonê boykot dikin û daxuyandin ku bi qonaxa duyemîn ew jî êdî derbasî nava şer û mercên Îmraliyê de bûne.
Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz derbarê berxwedana zindanan de axivî. Yilmaz diyar kir ku ku girtî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û pêvajoya muzakereyê destpê bike, di nava çalakiyan de ne û got, “Di greva birçîbûnê ya dorveger a 130 rojî de rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û baroyan hewl dan balê bikişînin ser vê mijarê. Nobeta Edaletê ya malbatan hesasiyeteke gel ava kir. Di pêvajoya hilbijartinê yên li Tirkiyeyê de, hinek ev çalakî di bin siya hilbijartinê de ma.”
Yilmaz, anî ziman ku sîstema tecrîdê ya bênavber ku 25 sal in li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî li gorî normên hiqûqî yên gerdûnî ye û got, “Ev 25 sal in ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin. Hema piştî dîlgirtina wî, ev sîstema tecrîdê xistin dewrê. Mafên Ocalan ên gerdûnî ji aliyê dewletê ve tên binpêkirin. Ji bo vê jî girtiyên ku ev 25 sal in di girtîgehên Tirkiyê de ne bi awayekî periyodîk li dijî vê helwest nîşan didin û çalakiyên wiha dikin. Em careke din dibêjin, beriya ku ev yek li Tirkiyeyê hê bêhtir bibe sedema binpêkirina mafên mirovan, hîn bêhtir windahiya can pêk werin û alozî mezin bibe, divê dawî li polîtîkaya tecrîdê were anîn. Weke ÎHD’ê me gelek caran ev pirsgirêk xist rojevê û me serî li Wezareta Edaletê da. Ji bo şert û mercên li Îmraliyê bên lêkolînkirin û bi girtiyên li wir re hevdîtinê bikin serlêdan hatin kirin. Me di sê mehên dawî de du caran serlêdanên bi heman rengî kirin, lê ti bersiv ji me re nehat.”
Yilmaz, da zanîn ku ev pêkanînên tecrîdê li Tirkiyeyê bûye sedema krîzê û got, “Qanûna Înfazê ji bo girtî û hikumxwaran hin maf dane hene. Bêyî ferq û cudakarî divê ev maf ji bo hemû girtiyan wekhev bên sepandin. Abdullah Ocalan ev 25 sal in girtî ye, bi telefonê çend caran ligel malbatê axiviye bi hejmar 5 caran derbas nake. Mafê şandina nameyan û girtina nameyan ev 25 sal e tên desteserkirin. Dîsa sînordarkirineke keyfî û daîmî ya hevdîtina malbat û parêzeran tê pêk anîn. Ev hemû li dijî qanûnên navxweyî û navneteweyî ne.”