PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

26 meh in hêj dernexistine pêşberî dadgehê

Bersûca doza Sûrê Helîn Yapici, 2 sal û 2 meh in hêj dernexistine pêşberî dadgehê. Parêzera Yapici, Cemîle Turhalli Balsak diyar kirine ku girtin lê kirine ceza û xwest ev yek bi dawî bibe

Doza Sûrê ku 19 jê girtî 40 kes tên darizandin ji gulana 2017’an heta niha li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin. Kesên piştî şer dest pê kir û li nava Sûrê asê man û piştî qedexe bi dawî bû hatin girtin, bi îdîaya “Yekîtî û tevahiya dewletê xera kirine” û “Endamtiya rêxistinê” tên darizandin. Der barê 40 kesan de bi îdîaya “Hewldana kuştina mirovan”, “Kuştina mirovan” “Hewldana Guhertina Qanûna Bingehîn” îdîanameyek pêvek hat amadekirin û li dosyayê zêde kirin. Ji kesên doza Sûrê tên darizandin yek jê Hêlîn Yapici ya 3.5 salin tê darizandin e. Yapici di 19’ê adara 2016’an de hat binçavkirin û piştre hat girtin. Yapici, di gulana 2017’an de beşdarî yekemîn danişînê bû û ji wê demê heta niha derneketiye pêşberî dadgehê. Gelek girtî sewqî Girtîgeha tîpa D û E yên Amedê hatin kirin. Lê Yapici wê demê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê kirin û ji wir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê kirin. Piştî danişîna destpêkê 10 danişîn derbas bûn lê Yapici ji xeynî danişîna ewil tev li tu danişîna nekirine.

Parêzera Helîn Yapici’ Prz. Cemîle Turhalli Balsak, têkildarî darizandina Yapici ji Ajansa Mezopotamya re axivî û wiha got: “Ji danişîna yekem û şûnde mafê Yapici yê darizandina adîl hatiye binpêkirin. Muwekilên min ji danişîna ewil û şûnde her dem rastî mudaxaleyan hatin. Parêzer jî rastî mudaxaleyan hatin. Yek ji perçeyê darizandina adîl mafê parastinê ye. Ger ku bersûc û parêzer nikaribin parastinê bikin wê demê mafê darizandina adîl ji holê radibe. Di danişînê de bersûc û parêzerên bersûcan rastî mudaxaleyê hatin û mafê parastinê hatiye binpêkirin. Mafê bersûc ê bersîvê û parastinê heye. Lê ev maf ji destê bersûc hatiye girtin û mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin. Piştî muwekila min hat neqilkirin bi rêya SEGBÎS’ê jî tev li danişînê nekirin. Di 10’ê hezîrana 2019’an de danişîna 10’emîn hat dîtin. Ji bo muwekila min tev li danişînê bibe em dixwazin biryara navberê bê dayîn. Muvekîla me zêdeyî 3  sal in girtî ye.  Ev rewş raste rast mudaxaleya azadiya mafê kesan e. Divê bersûc tev li danişînê bibe û karibe xwe biparêze.”

Turhanli anî ziman ku di danişînê de gelek daxwazên wan ji heyeta dadgehê çêbûn lê hemû daxwazên wan hatin redkirin û wiha got: “Çima muwekilê me tev li danişinê nakin an jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdar nakin tu daxuyanî nedane. Tenê dibêjin pirsgirêka SEGBÎS’ê heye û derbas dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Niha bi vî rengî bêyî bê darizandin hatiye cezakirin. Muwekîla min girtina wê lê zivirandina ceza. Em dixwazin mafê wan ê parastinê bê dayîn.” AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar