Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

26 partiyên kurd bang kirin: Bê şert û merc bên gel hev

26 partyiyên kurd ên li Sûriyeyê ji bo yekitiya neteweyî gavek nû avêtin û bang li hemû sazî û dezgeyên kurd kirin ku bê şert û merc bên gel hev

26 partiyên siyasî yên kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bang li yekkirina ref û helwestan kir. Her wiha bang li hemû hêzên kurdistanî, rêxistinên çandî, dezgehên çapemeniyê, kesayetên olî, civakî, çandî û tevahî gelê kurd kirin ku rola xwe ya rasteqîn di pêkanîna yekitiya refa kurd de bilîzin.

26 partiyên kurd di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan:

“Gelê kurd li Sûriyeyê bi taybet li giştî herêmê di mercên gelekî dijwar û qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Bi taybetî jî piştî dagirkirina dewleta tirk a bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên li bakurê Sûriyeyê re bi behaneyên derewîn, her wiha berdewama hikûmeta AKP’ê gefên xwe yên temamkirina planên xwe yên dagirkirina xeta sînor a digihîje heta sînorên herêma Kurdistanê li Iraqê. Bi vê yekê dewleta tirk armanca xwe ya sereke ya tunekirina çirûskên hêviyên gelê kurd ên bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û nîştimanî li Sûriyeyê. Her wiha pêkanîna hemû kiryarên guhertina demografiya herêmên kurdan dike. Ji bo ku ajandeyên xwe yên nîjadperest pêk bîne, tevgerên artêşa tirk êdî di vê çarçovê de ne. Heta gihîşt asta ku dewlet tirk hevdîtinên bi tirs bi piraniya hêzên herêmî û navdewletî û rejîma Sûriyeyê re jî bi armanca pêkanîna lihevkirinên li ser hedefgirtina doza kurdî li Sûriyeyê, pêk tîne.

Gelê kurd înîsiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo pêkanîna lihevkirina Kurdî-Kurdî, pêşwazî kir ku wê helbet pêşwaziya her kar û xebatên di vê derbarê de bike û baweriyê bi tevgera siyasî ya kurd vegerîne. Her wiha dê hêviya gel ji nû ve zindî bike.

Em bang li partiyên kurdî yên siyasî li Sûriyeyê dikin ku bêyî şert li hev kom bibin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, bi ruhê berpirsyariyê çareser bikin. Ji bo avakirina lêvegereke siyasî kurdî ji bo yekitiya kurdî, helwesta kurdî derbarê dozên stratîjîk bixebitin.

Em bang li tevahî hêzên Kurdistanê, rêxistinên çandî, dezgehên çapemeniyê, kesayetên civakî, olî, çandî û tevahî gelê kurd dikin ku rola xwe ya rast ji bo avakirina yekitiya kurdî pêk bînin.”

Navê partiyên ku ev peyam îmze kirine ev in:

Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê, Partiiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Veguherandinê ya Kurdistanê, Yekitiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurdî ya Sûriyeyê, Partia Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (Yekitî), Tevgera Serastkirinê ya Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê (El-Partî), Partiya Hevgirtin a Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurdî li Sûriyeyê, Yekitiya Niştîmanî ya Azad a Rojava, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Partiya Têkoşîn a Demokratîk û Partiya Gelêrî ya Kurdistanê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar