PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

27’ê Mijdarê, bû despêka çaxekî nû

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Di dîrokê de, ji bo hinek bûyeran an mijaran tên gotin; “çaxek girt” an “çaxek vekir”. Ya jî herdu gotinan bi hev re dibêjin; “çaxek girt, çaxek vekir”. Heke mirov ji bo felsefeya vê Partiyê yan Tevgerê jî heman gotinê bêje, ne şaş e û ne jî zêde ye. Mirov bi hêsanî û bi serbilindî dikare bibêje; “Bi damezrandina PKK’ê re, girtina çaxê modernîta kapîtalîzmê û bermahiyên kevn ên feodalîzmê û bermahiyên koledariyê despê kir, her wiha vekirina çaxê nû yê modernîta demokratîk despê kir!”

Ev ne tenê pesindariyek hestewarî/atifî ye, na xêr. Belê bi tevayî zanistî û mentiqî ye. Ji ber ku ev Partî û ev Tevger, ji her alî ve, li ser lêkolîn û hişmendiyek hûr û kûr hat damezrandin.

Vê Tevgerê, ji çavkaniyên dîrokî, ji felsefe û siyasetên piralî yên hemdemî, bi berfirehî agahî wergirt; ev agahî hemû li parzûnan xist parzinand, li bêjing û seradan xist werbêj kir û rastiya/heqîqeta vî çaxê me jê afirand.

Eha li ser ewqas hewldanên giranbûha û nirxdar ev Partî, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsa Licê ya Amedê hat damezrandin.

Bêguman pêşkêş û damezrînerê vê Partî û Tevgerê Rêber APO ye û divê ev rêberî baş were nas kirin.

Ê baş e, ma cudahî û taybetmendiyên vê Partiyê çibûn ji partiyên din ku 45 sal in, li hember ewqas êrîş û guvaşên giran û dijwar karibû xwe ragirta, hilneweşiya, berovajî her sal bêhtir bi pêşve çû û hîn jî vê pêvajoya xwe ya erênî û pêşvekar didomîne?

Berî her tiştî ev Partî, li ser bingeha bîrdoziya zanistî hatiye damezrandin.

Dudu; dîroka civakan û tevgeran bi berfirehî û bi hişmendî di ber çavan re derbas kiriye.

Sisê; li ser baweriya bi bawerî û hêza xwe rabûye ser qad û dika xebatê. Pişta xwe ne spart hêzên derve yên biyanî. Belê pişta xwe spart hêza gelê xwe. Her wiha baweriya bi alîkarî, hevkarî û hevalbendiya navneteweyî/enternasyonlî ji bîr nekiriye.

Çar; dibe ku xala ji taybetmendiyên rêxistinên din pir cudatir û her wiha ya xalên taybetmendiyên xwe  jî temam dikir û dike ev bû û ev e: Teorî û pratik bi hevre da meşandin!

Pênc; di şoreşê de baweriya bi rola pêşeng a jinê û her wiha rola hêza ciwanan! Mînaka herî berbiçav Şoreşa Rojava ye. Dîsa mînaka li Îranê, di kesatiya Jîna Emînî de rabûna jinê ya bi dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ, histûna dewleta kevneperest a dagirker hat hejandin. Bayê ruhê ve serîhildana jinê, sînorê Kurdistanê û Îranê jî derbas kir, bandorek berfireh li cîhanê jî kir û hîn jî dewam dike.

Xislet, taybetmendî û reseniyên vê Tevgerê, bêguman ne ev tenê ne. Lê divê ji van taybetmendiyan pirtir, kîjan rêveberiyê li ser van xislet û taybetmendiyan heval û hogir li gel xwe civandiye, perwerde kiriye û bi rêxistin kiriye? Her wiha, bi vê xebat û lebatê jî ranewestiya ye, li ser vê bingehê Parti ava kiriye û ev zanist û şahî bi gelê xwe re jî parve kiriye? Ev felsefe û hişmendî xistiye dil û mejiyê gelê xwe jî?

Bê gotin ev kes û kesayetî Rêber APO ye.

Jiber rêberiyek ewqas mezin û bi bandor afirandiye û bi rêxistin jî kiriye, heval, hogir, hezkir û gel, êdî Rêber APO weke kes nabînin, belî di kesayetiya wî de wî weke saziyekê dibînin û bi nav dikin; Saziya Rêberiyê an Rêberî!

Jixwe, ji bilî gelê kurd, gelên Kurdistanê yên din û yên Rojhilata Navîn jî, bi piranî êdî Rêber Apo tenê weke Rêberê kurd qebûl nakin û dibêjin “êdî ew ne rêberê we tenê ye, belê rêberê me ye jî Rêber APO”!

Her wiha di asta navneteweyî de jî, êdî ne wek rêberê gelekî an hinek gelan tê pênase kirin, belê weke fîlozefekî sedsala me tê destnîşan kirin, ku ya rast jî ev e!

Paradigma Rêber APO, li hinek zanîngehan weke wane/ders tê dayîn. Her wiha tê zanîn, di 10’ê cotmeha îsal de li 74 navendên 40 dewletên cîhanê, ji aliyê dostên kurdan ên navneteweyî (bi giranî jî keç û xortên xwendevan) ve  di heman rojê de, çalakiyên piştgriyê yên ji bo azadiya Rêbar APO hat in lidar xistin.

Her wiha, bi sedan civîn û konferansên bi heman naverok û  armancê, ji aliyê dostên kurd ên akademisyen, rewşenbîr û hwd. ve tên çêkirin.

Van bûyeran û çalakiyan hemû nîşanên ku êdî ev Tevgera bi vê rêveberiyê û felsefeyê, dikare bibe pêşengê vê çaxa nû.

Li gel ku 45 sal e, her cûre çek û her cûre amûr hat bikaranîn ji bo hilweşandina vê şoreşê. Her wiha 25 sal e ev Rêber di zîndanê de ye û her cûre tecrîd û êşkence li ser tê meşandin. Lê ne şoreş helweşiya, ne jî Rêberê wê serî tewand. Berovajî, berxwedanek mezin hat dayîn û şoreş her bi hêztir bû.

Erê şoreşa Octoberê ya Sovyetê, ji bo çaxekî veke pêngavek avêt, lê dewam nekir û hilweşiya. Lê ev şoreş, wê karibe dersan ji kêmasiyê vê şoreşê û hemû tevgêrên paralel jî derxe û bi xurtir pêşve biçe.

Bêguman azadbûna Rêber APO û pêve girêdayî çareseriya pirsgrêka Kurdistanê wê, vê pêvajoya gelemperî bi leztir bike.

Nûçeyên Têkildar