28 baroyan li dijî jipeywirgirtina hevşaredarên HDP’î daxuyaniyeke hevpar da. Baroyan xwest ku dev ji pêkanîna nehiqûqî bê berdan û hevşaredarên ku ji peywira xwe hatin dûrxistin, careke din vegerin ser peywira xwe
Baroyên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de baroyên 28 bajaran, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî ji peywir girtina hevşaredarên şaredariyên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da. Baroyan di daxuyaniya xwe tayînkirina qeyûman a sala 2016’an bi bîr xist û diyar kir ku careke din nehiqûqiyên piştî darbeyan li Tirkiyeyê ketine meriyetê. Baroyan ragihand ku biryar tundiya îdareyê ya li ser darazê ye û xwest ku dev ji pêkanîna nehiqûqî bê berdan û hevşaredarên ku ji peywira xwe hatin dûrxistin, vegerin ser peywira xwe. AMED