28 welatên Yekitiya Ewropayê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya li hemberî rojavayê Kurdistanê bertek nîşan dan û ji dewleta tirk xwestin ku dawî li êrîşa xwe bîne
Bertekên li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li hemberî rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de 28 welatên di bin sîwana Yekitiya Ewropayê (YE) de li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniyê de dewletên ewropî bertek nîşanî êrîşa dagirkeriyê dan û ji dewleta tirk xwestin ku dawî li êrîşa xwe ya yekalî bînin.