Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

28 kes hatin girtin

Di operasyona qirkirina siyasî ya ku ji aliyê dewleta dagirker a tirk ve hatibû kirin û di encamê de 128 kes hatibûn destgîrkirin de, 28 kes hatin girtin. Ji van kesan 4 jê rojnamevan, 3 parêzer in.

Bi hinceta lêpirsîna li Amedê ji bo 216 kesan biryara destgîrkirinê hatibû dayîn.

Di 25’ê nîsanê de li dehan bajaran  operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin û 128 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav van kesan heta niha 28 kes hatine girtin, 31 kes jî hatine berdan.

Hat ragihandin ku operasyon li ser îfadeyên Ûmît Akbîyik hatine destpêkirin.

4 jê rojnamevan 28 kes hatin girtin

Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, Nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer û rojnamevan Mehmet Şah Oruç û Remzî Akkaya yên ku di 27’ê nîsanê roja pêncşemê sewqî Hakîmtiya Ceza ya Sulhê hatin kirin, bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.  Di heman rojê de bi şev hejmara kesên hatine girtin bû 28.

Kesên ku bi heman hincetê hatin girtin jî ev in: Devrîm Ronî Atik, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rumet Çetîn, Mehdî Kaya, Cotkar Amara Yurek, Hamza Cîhangîr, Hesret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahîn Bîçîmlî , Hakim Kaya, Mikail Barut, Tacettin Araz, Nurullah Ozgun, Abdulbarî Marlay, Ferît Aktepe, Şervan Dogan, Cesur Yilmaz û Suleyman Ulucan.

Parêzer bi endamtiya rêxistinê hatin girtin

Parêzer Serhat Hezer, Burhan Arta û Ozum Vurgun jî bi îddiaya “endamên rêxistinê ne” ji aliyê Hakîmtiya Ceza ya Sulhê hatin girtin.

31 kes bi şertê qontrola edlî hatin berdan

Parêzer Eylûl Ozgultekîn, Gurbet Ozbey Oner û Jiyan Sametoglû bi biryara kontrola edlî hatin berdan. Parêzer Mustafa Şencî, Bunyamîn Şeker, Berdan Acun û Halise Dakalı, Kenan Aygay û Firat Taşkin bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û kontrola tevdîra edlî hatin berdan.

Di heman demê de ev kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan:  Hunermend Elvan Koçer, Şahperî Alphan Bayhan, Xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen.

Ev kes jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û tevdîra kontrola tevdîra edlî hatin berdan: Ramazan Kaval, Talip Turan, Rêveberê Komeleya 78’an Abdulganî Alkan, Avaşîn Yanar, Tarik Aydemir, Mûslûm Şahînsoy, Suleyman Avcî, Havva Gençoglu, Mehmet Menge, Zeynep Demîr, Seyît Ozbaş, Sadrettîn Înal û kesê bi navê Çekdar ê ku paşnavê wî nehate tespîtkirin, hunermendên şanoyê Ozcan Ateş, Yavuz Akkuzu, Devrîm Demîr, Hamdusena Ozbey, Mehmet Yalçin, Husamettin Kiliç.

Tê payîn kesên di nezaretê de sewqî edliyeyê werin kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar