Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

28 sal in rojnamevan Nazim Babaoglu winda ye

Di çalakiya Xizmên Windayan de li aqûbeta rojnamevan Nazim Babaoglu yê 28 sal berê hatibû windakirin hat pirsîn. Kekê wî Îhsan Babaoglu got: “Kujerên birayê min diyar in.”

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 683’yemîn de li Parka Koşuyoluyê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer werin darizandin. Xizmên windayan vê hefteyê li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Baboglu yê di 2’yê adara 1994’an de hat windakirin pirsîn.

Endam û rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê û parêzvanên mafê mirovan tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku wê têkoşîna a ji bo aqûbeta windayan berdewam bike.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan Serdar Altan jî bi silavkirina Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan dest bi axaftina xwe kir û ji bo ew li aqûbeta Babaoglu bipirsin tevli çalakiyê bûne. Altan destnîşan kir ku dibe ku kujeran Nazim, Cengiz, Hafiz û Apê Mûsa qetil kirin û winda kirin lê têkoşîn û pênûsa wan li erdê nema.

Kekê Baboglu, Îhsan Babaoglu jî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku birayê wî Nazim rastiyan dinivîsand û lewma hat windakirin û li Sivêregê ji roja hatiye windakirin vir ve agahî jê nehatiye girtin. Baboglu anî ziman ku nedîtina birayê wî nazim şerma dewletê ye û got: “Kujerên birayê min Nazim diyar in. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Rêveberê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirna Babaoglu xwend û bal kişand ser pêvajoya windakirina wî.

Piştî axaftinan ji bo windayan kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 520’emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan daxuyanî dan. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Mungan ê di 18’ê adara 1998’an de li navçeya Silopiya Şirnexê hat windakirin, pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Abdurrezak Katmaz di çalakiyê de axivî û bal kişand ser pêvajoya windakirina Mungan.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Nazim Baboglu li ser gora xwe ya li Rihayê jî hat bibîranîn. Rêveberên HDP’ê, rojnamevan û malbata wî beşdarî bernameya bîranînê bû. Wêne û qerenfîl danîn ser gora Baboglu û rêz hat girtin. Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan di bîranînê de  axivî û destnîşan kir ku Nazim Baboglu sembola ragihandina rastiyan bû û ew ê her li têkoşîna wî xwedî derkevin

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî axivî û destnîşan kir ku ji wan rojên ku rojnamevanên kurd dihatin qetilkirin heta îro tu tiştek neguheriyê û ew hemû xebatkarên çapemeniya azad bibîr tînin.

‘Nikaribûn bêdeng bikin’

Kekê Baboglu, Cemal Baboglu jî axivî û anî ziman ku ji ber birayê wî rastiyan digihand xelkê hat qetilkirin û lê kujer û dewletê çi kir jî nikaribûn rastiya gelê kurd û rojnamevanên kurd-çapemeniya azad biqedînin û bêdeng bikin.

Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar