Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin

Nûnerên komeleyên mafê mirovan diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin her aliyan û partiyên muxalefetê eleqedar dike û bang li muxalefetê kirin ku bibin ‘dengê hevpar’ ên girtiyan

Girtiyên PKK û PAJK’ê b armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger kirin. Greva birçîbûnê bi koma 4’emîn di roja 19’emîn de didome.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet û Hevseroka Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) a Wanê Kudret Temel banga xwedî derketina daxwaza girtiyan kirin.

Mûrat Melet diyar kir ku li girtîgehan sepan û helwesta kêfî heye û rêveberiyên girtîgehan hiqûq dane aliyekî û li gorî serê xwe tevger dikin. Melet anî ziman ku rewşa girtîgehan her ku diçe xerab dibe û wiha got: “Li girtîgehan hem tundiya derûnî û hem jî fizîkî zêde dibe. Li dijî van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, îktîdar sê meymûnan dileyîze.”

Muxalefetê rexne kir

Di axaftina xwe de Melet destnîşan kir ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul tiştên li girtîgehan diqewimin ji nedîtî ve tê û ev tişt anî ziman: “Ji partiya sereke ya muxalefetê bigire heta partiyên din ên muxalefetê ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dengên bi rêkûpêk dernexistine. Li girtîgehan însan terkî çarenûsa xwe hatine kirin. Gelek pirsgirêk hene lê çareserî nîne. Girtî ji bo ku li dijî van sepanên kêfî û binpêkirinên mafê xwe derkevin serî li rêbaza greva birçîbûnê dan.”

Pirsgirêka hevpar a civakê

Melet da zanîn ku pêwîst e ji bo çarserkirina pirsgirêka kurd tecrîda li ser Ocalan were rakirin û wiha pêde çû: “Pêwîst e Girtîgeha Îmraliyê were girtin û Ocalan bigihîje azadiya xwe. 8 hezar girtî dixwazin tecrîd were rakirin. Ev di heman demê de daxwaza hevpar a tevahiya civakê ye. Divê em wek parêzvanên mafê mirovan bibin dengê çalakgerên greva birçîbûn. Divê pirsgirêkên li girtîgehan demildest werin çareserkirin û binpêkirina mafan were qedandin. Heke daxwaza girtiyan neyê pêşwazîkirin wê rewşa li girtîgehan xerabtir bibe. Divê meclis were gel hev û lazim e li van metirsiyên siyasî deyne aliyekî û rewşa girtîgehan baş bike. Heke li girtîgehan kesek canê xwe ji dest bide em ê hemû bibin berpirsyar.”

Her wiha Melet di serî de bang li rêxistinên civakî yên sivîl û tevhiya partiyên muxalîf û aliyên têkoşîna mafên mirovan birêve dibin kir û wiha got: “Em bang li van aliyan dikin ku deng derbixin. Ev pirsgirêk êdî pirsgirêka hevpar a civakê ye. Em ji bo vê kêşeya hevpar bibin dengek hevpar û dikarin wisa çareseriyê bînin. Tenê deng derxistina çend saziyan têrê nake.”

 Şertên li girtîgehan xerabtir dibin

Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Kudret Temel jî bal kişand ser pirsgirêkên wek xwarin, paqijî û bêhnvedanê yên ku girtiyan pê re rûbirû mane û li girtîgehan xwarina ji bo kesekî didin 6 kesan û anî ziman ku li girtîgehan pirsgirêkên mezin rû didin û ji her cûre mafên xwe bêpar dimînin.

Temel destnîşan kir ku li gel kêşeyên li girtîgehan tecrîda girankirî ya li Îmraliyê jî didome û wiha got: “Girtiyên nexweş û extiyar jî di nav de ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Beriya niha jî ji bo rakirina tecrîdê çalakî li dar xistibûn. Dema greva birçîbûnê dirêj didomin, dibe sedema mirina girtiyan. Em li hember malbatên girtiyên jiyana xwe ji dest didin pir şermî ne. Em wek komele ji bilî bangkirinê tiştek ji destê me nayê. Em dixwazin daxwazên girtiyan werin pejirandin û grevên birçîbûnê werin bidawîkirin. Heke li girtîgehan tecrîdkirin bidawî nebe wê girtîgeh bibin goristan.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar