Roja 18’ê Nîsanê îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê înîsiyatîfek ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê ragihand. Ji gelek aliyên cûda ve piştgiriya vê înîsiyatîfê hat kirin. Îdareya Rêveberiya Xweser pêngavek dîplomatîk ji bo vê projeyê destpê kiriye ku armanca vê pêngavê çareserkirina qeyrana Sûriyeyê û vegerîna serweriya Sûriyeyê ye. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivî.
‘Bersivek baş ji bo Însiyatîfa Rêveberiya Xweser heye’
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyarkir ku înîsiyatîfa Îdareya Rêveberiya Xweser ya ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya Sûriyeye di demek wisa de ye ku Sûriye di nava qeyran û aloziyê de derbaz dibe ku derfetê çareseriya vê qeyranê heta niha çênebûye. Çiya da got ku herwiha wê ev înîsîyatîf bibe sedema gihiştina aramî û avakirina Sûriyeyek bihêz ku mîsogeriya demokrasî û rastiyê bike, bi vê re jî wê dawî li hevrikî û destwerdanên derve bîne.
Bedran Çiya Kurd da zanîn ku gelê Sûriyeyê pêşwazî û piştgiriyek mezin daye vê înîsiyatîfê û got: “Niha ji bo bidestxistina van armancane, ev înîsiyatîfê hîn di prosesa kiryarî de ye û pêngavên dîplomatîk jî hatine destpêkirin.”
Çiya Kurd tekez kir ku ew weke Rêveberiya Xweser gelê Sûriyê piştrast dikin ku ew ne li gel tu planeke parçekirina Sûriyeyê ne, ji ber ku ew hîn jî li dijî van hewldanên Tirkiyê û çeteyên wê şer dikin û wiha domand: “Dema ku em behsa sîstema nenavendî dikin, em behsa mafan dikin. Her wekî çawa ku em behsa xebatên girîngî dayîna xwerêveberiyê herêmên Sûriyeyê dikîn, lê di çarçoveya welatekê yekgirtî de.
‘MSD hewl dide lihevkirina netewî ya Sûriyeyê pêş bixe’
Çiya Kurd têkildarî plan û projeyên girêdayî parçekirina Sûriyeyê wiha dibêje; “Îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê nûnertiya modelek netewî ya Sûriyeyê dike ku pêkhateyên herêmê bi rêya vê projeye xwe birêve dibin. Lewra ev îdare wê Sûriyeyê bihêz bike û pêkhateyên wê biparêze. Em vê modela çareseriyê diparêzîn û dixwazîn li Sûriyeyê jî girîngî bê dayîna vê modelê.”
Bedran Çiya Kurd da zanîn ku gelên Sûriyeyê îro li ser vê modelê hemfikirin, jiber ku rastiya niha ya Sûriyeyê nikare vegere Sûriyeya ji beriya qeyranê û wiha pêde çû: “Hemû aliyan bawerî bi guhertinan heye. Lê form û naveroka guhertinan cûdane. Bê gûman rola Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo giştî Sûriyeyê heye. Armanca wê girîngî dayîna mekanîzmayên lihevkirinê yên li ser form û naveroka guhertinên pêwîst. MSD’ê ji bilî ew hêz û aliyên ku wek hebûnek dagirkere li herêmê têkilî bi hemû aliyên Sûriyeyê re heye û hewl dide lihevkirina netewî ya Sûriyeyê pêş bixe.”
‘Divê sekna li hember herêmên dagirkirî yek be’
Çiya Kurd têkildarî herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê dibêje; “Şaşe ku hinek alî bifikirin ku ew herêmên li Sûriyeyê hatine dagirkirin, ji Sûriyeyê hatine cudakirin. Lê dagirkirina Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û herêmên din ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkirina Sûriyeyê ye. Herwiha armanc girtina nasnameyê ye. Bazarkirina li ser van herêmên dagirkirî û peyman çêkirina bi van aliyên dagirker re jî beşeke komploya li dijî Sûriye û gelen wê ye. Pêwîste di serî de Şam û hemû welatên bihêz li dijî dagirkirina xaka Sûriyeyê xwedî helwest bin. Herwiha hewlên derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê bên dayîn. Jiber ku eger ev neyê kirin gefek mezine li ser serwerî û pêşeroja Sûriyeyê. Bi tu awayî nabe ku li gel wan li beramberî planek nû lihevkirina derketina wan ji Sûriyeyê bên kirin. Jiber ku plana nû jî metirsiyek dine li ser Sûriyeyê çêdike. Lewra divê helwest hemû zelal bin û bêyî plan û peymanan ji xaka Sûriyeyê bên derxistin.”
Çiya Kurd bal kişand ser mijara neftê û dibêje, ya ku peywendî bi çavkaniyên welat ve heye, bê guman evane çavkaniyên sererd û binerd yên Sûriyeyê û hemû gelên Sûriyeyê ye. Çiya Kurd wiha domand: “Lê divê ev çavkaniyane bi awayek dadperwerane û bêyî yekdestkirinê hemû çavkanî û berhemên sererd û binerd yên Sûriyeyê bên dabeşkirin. Piştre dikarin di çarçoveya guftugoyên çareseriyê de lihev bikin. Lê bi giştî evane çavkaniyên dewlemend yên Sûriyeyê ne. Mafê hemû gelên Sûriyeyê heye ku sûd ji van çavkaniyane bigirin.”
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku encama pêşketinên herêmî û navnetewî yên çend welatan li Sûriyeyê heye û got: “Pêşbirkek mezin li Sûriyeyê heye, şerekê bi wekalet yên zelal û aşkere heye. Em alîgirê wan hewildanên ku bidestxistina aramî û çareseriyek mayînde li Sûriyeyê ne û alîgirê alîkarîkirina Sûriyeyê ne. Em hêvîdarîn hebûna van welatan bibe sedema alîkarî dayîna gelên Sûriyeyê ne ku berovajiyê vê yekê tevbigerin.”
‘Bersiva ji înîsiyatîfa 18’ê Nîsanê re erênî ye û pêwîstî bi çareseriyek rast heye’
Çiya Kurd têkildarî înîsiyatîfa 18’ê Nîsanê ku ji aliyê Îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû wiha dibêje: “Me daxwaza bersivek erênî ji welatên Rojavayî kir. Lê heta niha wan tu helwestek zelal nîşan nedane. Lê bi giştî înîsiyatîfa 18’ê Nîsanê erênî ye, pêwîstiya me bi çareseriya rast heye.”
Çiya Kurd balkêşand ser modela Rêveberiya Xweser ya ji bo çareseriya qeyrana siyasî ya Sûriyeyê û da zanîn ku plan û projeyên wan nûnertiya projeya çareseriyê li Sûriyeyê dike û wiha berdewam kir: “Tunekirina vê planê di planê de ye. Lê heta niha ev plane berdewame, ji bo gihandina rastiyên vê projeyê li Sûriyeyê, me hewildanên bihêz yên dîplomatîk hene. Herwiha em hewl didîn astengên li pêşiya vê projeyê rakin.”
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku di cîhana erebî de pêwîstî bi beyankirina astengên vê projeyê heye û wiha pêde çû: “Hewla gihiştina armanca vê projeyê û naveroka wê li gel cîhan û raya giştî ya Erebî didîn. Herwiha hewildanên zelal yên me ji bo pêşxistina hevbeşî bi pêkhateyan û girîngî dayîna têkiliyên li ser asta Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cihanê hene. Lewra em hewl didîn bibin hêzek ya çareseriya mayînde ku xizmetê ji hemû Sûriyeyê re bike.”
Hêjayî gotinê ye roja 18’ê Nîsanê, Îdareya Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê înîsiyatîfek ya çareseriya qeyrana Sûriyeyê destpê kirin ku 12 salin rewşa Sûriyeyê ber bi wêranbûnê ve diçe. Bi mebesta gihiştina çareseriyek aştiyane, demokratîk û bidawîkirina, kuştin, êş û azarên gelê Sûriyeyê bîne. Herwiha daxwaz ji hikûmeta Şamê kirin helwesteke berpirsyarane têkildarî vê înîsiyatîfê nîşan bide.”