Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir

2'yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Bi yekitiya jinan em ê şoreşa demokratîk pêk bînin’ li paytext Beyrûdê dest pê kir

2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyên ji bajarên cuda yên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kir. Konferans dê 2 rojan dewam bike û rewşa heyî ya Rojhilata Navîn bê nirxandin, daneya têkoşîna jinan a li herêmê bê parvekirin.

Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku cara ewilî sala 2013’an li Amedê pêk hat, îro serê sibehê bi peyaman dest pê kir. Bi navê Komîteya Amadekar Hanan Osman axivî û Koordînasyona KJK’ê, Yekitiya Jinan a Kurdistanê ku rêxistina jinan a YNK’ê ye, ji Şengalê Tevgera Azadiya Jinan a Êzidxanê (TAJÊ) û bi navê girtiyên siyasî yên li zindanên tirk jî Leyla Guven peyam şandin.

Şer-nakokî û r oja jinan

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de krîzên heyî yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û rola jinan hatin nîqaşkirin. Ji Yemenê Anjela Al Mumary rûniştina destpêkê bi rê ve bir û ji Lubnanê ji Saziya Jinan a Jîn Buşra Alî, ji Îranê Meryem Zolfagharîanalîabad, ji Fasê Hatîce Riyadî û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Lîna Bereket axivîn.

Buşra Alî bi sernavê ‘Şer-nakokiyên 10 salên dawî û rola me’ axivî û bal kişand ser Şerê Sêyemîn a Cîhanê ku di navbera hêzên kapîtalîst ê global û dewletên herêmê yên statukoparêz de diqewime.

Alî diyar kir ku aloziya salên dawî parçeyek ji vê rewşa 10 salên dawî ye û destnîşan kir ku li gel van aktoran weke dînamîka sêyemîn jî bi pêşengiya jinan têkoşîna civakî tê meşandin.

Buşra Alî destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinan a li herêmê bi qasî ku pêşengî ji têkoşîna azadiya civakî re kir dê bi ser bikeve.

‘Hewldanên rêxistinbûnê ya li Îranê zêde ye’

Parêzvana Mafên Mirovan a li Îranê Meryem Zolfagharia jî bi mijara ‘Li herêmê netewe-dewlet û rastiya desthilatdariyê’ axivî û bi taybetî bal kişand ser bandora zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê.

Zolfagharia di vê çarçoveyê de rewşa li Îranê nirxand û anî ziman ku li Îranê temenê zewacê weke 13 hatiye diyarkirin, lewma zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye.

Meryem Zolfagharia anî ziman ku zextên giran li aktîvîstên jin tê kirin û rewşa girtiya siyasî Zeynep Celaliyan bi bîr xist û destnîşan kir ku niha li Îranê hewldanên jinan ên ji bo rêxistinbûnê zêde ye.

‘Destavêtin weke amûreke îşkenceyê tê bikaranîn’

Ji Meclisa Jinan a Sûriyeyê Lîna Bereket jî bal kişand ser bandora şer a li ser jinan.

Bereket diyar kir ku bi taybetî tundiya li dijî jinan zêde bûye û destavêtin jî weke amûreke zext û îşkenceyê tê bikaranîn û diyar kir ku ji bo fûhûşê jî argumanên olî tê bikaranîn.

Her wiha têkildarî bûyerên tundiya li ser jinan a li Sûriyeyê hin dane parve kir. Li gorî vê yekê ji sedî 40 ê penaberên Sûriyeyî jin in. Yek ji çar parên jin ên penaber jî bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dikin. Di encama vê yekê de jî zewicandina di temenê zarokatiyê de zêde bûye.

Konferans didome

2’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bi rûniştina bi sernavê ‘Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê daneyên têkoşînê yên jinan’ dewam dike. Rûniştin ji aliyê rojnamegera misrî Noûr El Hoda Zakî ve tê birêvebirin û ji Tirkiye û bakurê Kurdistanê parlamentera HDP’ê Gulistan Koçyîgît, ji Lubnanê Heyat Mîrşad, ji Urdunê Îman el Huseyîn û ji Iraqê jî Şamîran Odesho tev li bûne.

Ji Lubnanê, çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye, Misir, Yemen, Tûnis, Sûdan, Afganistan, Urdun, Lîbya, Fas û Fîlistînê jinên rêxistinbûyî tev li konferansê bûne. BEYRÛD 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar