Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

3 çeteyên ku Erdgoan şandî Lîbyayê hatin kuştin

Diyar bû ji sedan çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Sûriyeyê derbasî xaka Lîbyayê bûyîn herî kêm 3 çete hatine kuştin

Bi sedan kesên ku di nava koma çeteyan DAÎŞ-El Nûsra ku dewleta Tirk a dagirker weke “Artêşa Mîllî” bi nav dike ji bo şerê bi Xelîfe Hefter re ji bo Trablûsê hatibûn şandin.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bidestxistî ji van çeteyan 3 roja Duşemê di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin.

Diyar bû çeteyên hatine kuştin navê wan wiha ne; Ebû Adil (Mahmûd el Beşîr el Mahmûd Elcarallah), Îsam El Carallah û Abdûlrezaw El Mahmûd e.

Her 3 çeteyên ji Tedmûrlûyê ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê,  ji xwe re gotin “şoreşger”  bi dizî û revandina mirovan a ji bo fîdyeyê tên naskirin.

Destpêkê ev çete beşdarî koma Farûq El Îslamî bûn piştre beşdarî Heyet Tahrîr Şam ya ji aliyê DAÎŞ û El Nûsra ve hatibû avakirin di sala 2018’an de beşdarî Firqa Hamza bûbûn. Tevî ku di nava Firqa Hamza de gelek mirov revandin, fîdye xwestin û karên qirêj kirin di nava “Artêşa Mîllî” ya dewleta Tirk a dagirker avakirî de cih girtin. Piştre ji aliyê dewleta Tirk li beramberî 2 hezar dolar ji bo her kesekê şand Lîbyayê. Wêneyekî ku her sê çeteyan di balafirê de bi hevre kişandî jî dide xuyakirin ku ji bo Lîbyayê hatine şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar