Huseyîn Bag ê piştî qedexeya derketina kolanan a li navçeya Nisêbînê, di 26’ê Gulana 2016’an de li gel 17 jê zarok 70 kesan hatin binçavkirin û girtin, bi rêya malbata xwe diyar kir ku 3 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Huseyîn Bag ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtî ye, bi rêya malbatê anî ziman ku wî û 2 hevalên xwe yên li heman qawîşê li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Huseyin Bag bi xwişka xwe Kader Bag re axivî bal kişand ser binpekirina mafan û anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafan û van binpêkirinan şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirine. Her wiha Bag xwest daxwazên wan pêk bînin û her kes hestiyar tev bigere. MÊRDÎN