Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

3 hezar mamosteyan bernameya havînê wergirtin

Li kantona Firatê ji bo 3 hezar mamosteyan bernameya xwendin û nîqaşkirina paraznameyên Rêber Apo hat amadekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê a kantona Firatê, ji bo 3 hezar mamosteyan beranmeya betlaneya havînê derxist. Li gorî bernameyê li Kobanê, Eyn Îsa û bajar-bajarokên din komên mamosteyan hatine diyarkirin. Her komek wê di betlaneya havînê de parêznameyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bixwînin.

Di çarçoveya bernameyê de heta niha 225 mamosteyan beşa 5’an a paraznameyê ya bi navê, “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” xwendiye.

Xwendina komên din ên mamosteyan jî berdewam dikin. Piştî xwendinê, dê bi hemû koman re li ser heman naverokê gotubêj werin meşandin.

Endama Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Rodîn Mihemed derbarê mijarê de agahî dan û got: “Hemû beşên din yên parêznameyê jî wê bên xwendin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd têkoşîn dike û li ber xwe dide. Bi vê ramanê bersiva hêzên hegemon û dagirker tê dayîn, rêya çareseriyê tê nîşandan. Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalane jin îro gihiştiye fikir û jiyana azad.”

Rodîn Mihemed destnîşan kir ku pêwîstiya wan pir zêde bi xwendina vê parêznameyê heye û wiha dom kir: “Pêwîste em baş bixwînin, ji ber ku rêya çareseriya aloziya Suriyeyê ku 13 sale didome jî nîşan dide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar