Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

3 kurd, 3 dijmin

Agît Îpek. Ciwan û pakrewanê gelê kurd. Di 15 saliya xwe de dibe lêgerînvanê azadî û heqîqetê. Bi hest û zanebûna xwê, hemû ciwanî û jiyana xwe, dixe bin xizmeta heqîqet û zanînên mirovahiyê. Bi ruh û mejî, bi can û bedena xwe ve dibe dozvanê gelê xwe. Di sala 2017’an de li Dêrsimê dikeve nava karwanên nemiran. Ev sê sale cenazeyê wî ne didan malbata wî. Beriya 3 rojan, cenaze xistibûn torbeyekî û bi kargoyê ji malbata wî rê şandin. Dîmenên torbeya cenazeyê Agît, li ser çokên dayika wî, şermekê mezin bû ji bo nirxên mirovahiyê. Agît têkoşerên mirovahî azadî û wekhevî û edaletê bû. Lê dijminê wî, dijminê mirovahî û gelê kurd e. Heta niha van dijminên gelê kurd gelek rêbazên li dijî mirovahiyê ceribandine. Gelek caran bi aweyeke hovane li dijî nirxên mirovahiyê nêzî cenazeyan bûye. Şewitandiye, serjê kiriye, bi erebeyan vê kaş kiriye, qebristan bombebaran kirine. Vî dîmenî careke din rastiya dijminahiya gelê kurd xiste çavên herkesî. Dijminên gelê kurd ewqas hov, ewqas dermirov û bêwijdanin. Di heman dêmê de newêrek û tirsonek in. Xezeb û hovîtiya wan, ji tirs û xofa nava dilê wane.

Mistefa Selîmî. Kurdeki ji rojhilatê Kurdistanê ye. Bi salan li hemberî rejîma Îranê têkoşîn dike û tê girtin. 17 sal di zindanên rejîma Îranê de dimîne. Piştî ku nexweşiya corona li Îranê pêş dikeve, ji Zindana Kirmanşahê direve û tê başûrê Kurdistanê. Lê ji aliyê hikûmeta herêmê ve dîsa radestî Îranê tê kirin. Rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve yekê qebûl nakin. Lê rastiyek heye ku kurdekê ji Rojhilat, ji hêla başûrê Kurdistanê ve radestî dijminê gelê kurd hatiye kirin. Rejîma Îranê Mistafa Selîmî bidarve dike. Teslîm kirina Mistefa Selîmî, rûreşiyeke ji bo gelê kurd û parçebûyîna Kurdistanê. Darvekirina wî ji rastiya dijminahiya rejîma Îranê careke din xiste nava çavê hemû kurd û mirovahiyê.

Li başûrê Kurdistanê li navçeya Pirdê ku girêdayî Kerkûkê ye, li dijî jineke kurd destdirêjî hate kirin. Ev jina kurd, jineke xizan û derûniya wê xerabe bû. Yên ku vê destdirêjiyê dikin polîsên dewleta Iraqê û tirkmenên di nava Heşdî Şabî de bûn. Rûmet, şeref û heysiyeta mirov di şexsê jineke kurd de xistin bin dest û piya. Her çiqas rayedarên başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê bêjin me berpirsyar girtine jî, ev rastî rastiya ku jineke kurd û dijminahiya gelê kurd na veşêre.

Sê kurd, temsiliyeta pakrewanî, parcebûyîn û trajediya gelê kurd dikin. Sê dijmin ji temsiliyeta wehşet, hovîtî, bêexlaqî û bêwijdaniya dijminên gelê kurd dikin. Ev e rastiya kurd û dijminên gelê kurd e. Yek dikuje û li ser cenaze wehşeta mirovahiyê dike. Yek digre û bi darve dike. Yek jî bi aweyeke bêwijdanî û bêexlaqî destdirêjiya jineke xizan û belengaz dikin û li ser malpera civakî parve dikin. Eger gelê kurd ne teqe, gelo dê kî bi teqe?

Nûçeyên Têkildar