PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

3 leşkerên tirk hatin kuştin

HPG’ê li Îdir û Şemzînanê li leşkerên artêşa tirk xist. Li Çelê jî bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî li dijî alaya leşkerî û qereqolê hate lidarxistin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Eyaleta Serhedê di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de hêzên me 20’ê adarê li dijî artêşa tirk çalakî pêk anîn li qereqola Hirgovê ya Îdirê çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin. Heman rojê de li leşkerên li çepereke li qereqola Axurî ya li Îdirê xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê da zanîn ku 21’ê adarê saet 05:40’î gerîlayan li dijî artêşa tirk li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li ser gir hatin reşandin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Gerîlayan di 20’ê adarê saet 10:00 li dijî qeymeqamtiya Şemzînanê, alaya Rûbarokê û qereqola Zeytê bi firokeyên bê mirov ên bombebarkirî çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de ku firote li hedefan ketin, ziyana artêşa tirk nehate tespîtkirin.

HPG’ê diyar kir ku balafirên şer yên artêşa tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar