PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

3 ode 5 hezar wêne

Li Silêmaniyê welatiyê bi navê Recep Mela Refîq dikana xwe wekî muze bi kar tîne. Muzexaney ji 3 odeyan û 5 hezar wêneyên pêşeng, têkoşer, hunermend û kesayetên kurd pêk tê

Wargeha kevin a bajarê Silêmaniyê, bi avahî, çand û dewlemendiya xwe balê dikişîne. Her kolanek wê cudahiyek û serpêhtiyek xwe heye. Wargeh niha jî yek ji cihên herî qelebalix ku çanda kurdewarî lê tê parastin e.

Yek ji van cihan jî taxa Elîawa (Kanî Êskan) ye. Elîawa dikeve nava wargeha kevin a bajar. Tax ji gelek aliyan ve balê dikişîne, lê dikanek heye ku zêdetirîn bala hemû kesên diçin wir dikişîne. Cudahiya dikanê ew e ku tiştek nayê firotin û nayê kirîn. Dikan wekî muzexaneyekê jî dikare were pênasekirin. Lewma me jî meraq kir û xwest dikanê bibînin.

Di daketina dikanê de cudahiya wê ji kêliyên destpêkê ve xwe nîşan dide. Nexasim dikan ji serî heta binî, bi wêneyan hatiye xemilandin. Her wiha amûrên kevin ên muzîkê çend nirxên din ên çandî balê dikişînin. Muzexane ji 3 odeyan pêk tê û hemû dîwar bi wêneyên pêşeng, têkoşer, kesayetên ku têkoşîna azadiya Kurd meşandine ên wekî Şêx Mehmudê Berzencî, Qazî Muhemed, Mustefa Barzanî, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine xemilandin. Her wiha wêneyên jin, zarok û welatiyan jî hene.

Zêdetirî 5 hezar wêneyên siyasetmedar, bawermend, şoreşger û welatiyan ên ji Silêmanî tevahiya Başûr û beşên din ên Kurdistanê li vi hatine daliqandin. li çend beşên dikanê pirtuk, tizbî û kelupelên çandî jî hatine bicîhkirin.

10 salan de çêkiriye

Dikan an jî muzexane ji aliyê welatiyê bi navê Recep Mela Refîq ve hatiye amadekirin. Receb Mela Refîq di sala 1953’yan de li taxan Ser Şeqam a bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Heta demekê beriya niha karê kirîn, firotin û kirêkirina avahiyan (Nisîngeha avahiyan) dikir û dikana wî hebû. Dema ev kar dikir çend wêne kom kirine û êdî bala xwe daye ser wêneyan. Fikra komkirina wêneyan jî wisa li cem mamê Recep peyda bûye. Piştî demekê nîsingeha xwe girtiye û bi temamî bi komkirina wêneyan re mijul bûye. Di nava 10 salan de ji çar perçeyên Kurdistanê 5 hezar wêne kom kirine.

Receb Mela Refîq têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku hemû kel û pelên di hundirê muzexaneyê de bixwe komkiriye û ev ev yek weke erkek li ser milê xwe dibîne. Mamê Receb diyar dike ku ew bajar bi bajar geriyaye, wêne û kelupelên din kom kirine, Receb Mela Refîq wêne û amûrên din ên çandî na firoşine, her wiha tiştek nakiriye. Mamê Recep dibêje ku armanca wî ya sereke ew bû ke karibe demboriya netew û civaka xwe biparêze, xizmetê ji gelê xwe re bike. Recep Mela Refîq got, “Gelek kes hene bi pereyan kardikin, lê min bi îrade û xwesteka xwe ev kar kiriye. Min xwest ev civak û gel bizane dembariya wan çiye. Ev ne milkê mine ev milkê gelê gelê kurd e.”

Bi dengê Hesen Zîrek dest bi rojê dike

Mamê Recep dibêje ku ew rojane çend seatan tê muzexaneyê û bi stranên hunermend Hesen Zîrek dest bi kar dike û wiha dom kir: “Ez bi alikariya zarokê xwe van kel û pelan diparêzin, rojane çend saetan têm vir û destpêkê stranên hûnermend Hesen Zîrek guhdar dikim. Dengê stranan heta ser rê diçe.Ez wiha dest bi karê xweyê rojê dikim.”

Gelek kes tên serdanê

Rojane gelek kes tên serdan muzexaneya Mamê Receb, hestên xwe vedibêjin. Yek ji wan kesan Eqder Omer re. Eqder Omer dibêje ku serdana muzexaneyê ji çayxane, lîstina domîno û kişandina cixareyê baştir e. Omer wiha got: “Dema ez têm vir, dilê min ciwantir û zindîtir dibe. Xweziya derfeta min hebûya ku min serayek muzexaneyê çêbikiriba. Ji ber ku dîrok li vire. Xweziya hikûmetêalîkariya herkesê bikira.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar