Navenda Nûçeyan |
Li gorî nûçeya ANF’ê ku agahiyên wê xwe dispêre çavkaniyên herêmî, rejima Îranê 13’ê îlonê saet di 07.50’an de qada Kelaşînê da ber hewanan û agir bi qadê ketiye.
Di heman rojê de saet di 15.30’an de berpalên Girê Berbizina jî ji aliyê balafirên keşfê yên Îranê hate bomberdûmankirin. Ev êrîş heta 14’ê îlonê dom kir.
Di 14’ê îlonê de saet di 17.00 û 20.30’an de jî balafirên keşfê yên Îranê berpalên Girê Berbizina bomberdûman kir. Saet di 23.30’an de jî li qada Kelaşînê da.
Tevî van êrîşên bi balafiran qadên Kelaşîn û Berbizina heta 15’ê îlonê bi hawanên ji qereqolên Îranê hatin bomberdûmankrin. Dema ku nûçe dihat amadekirin jî êrîşên bi hawanan didomiya.