Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

3 tiştên dewletê hene; Îmha, înkar û derew

AMED |

Şêx Seîd û hevalên xwe, di sibata 1925’an de li dijî polîtîkayên înkarê ya Komara Tirkiyeyê serî hildabû. Şêx Seîd di 15’ê Nîsana 1925’an de li nêzî Gimgimê bi komployekê hate girtin. Li Dadgeha Îstîklalê ya Amedê hat darizandin û tevî 47 hevalên xwe di 29’ê Hezîrana 1925`an de li Qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Serokê Komeleya Şêx Seîd û Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat di 95’emîn Serhildana Şêx Seîd û darvekirina wî û rêhevalên wî de ji axivî.

Firat bi bîr xist ku Şêx Seîd û hevalên wî 95 sal berê ji bo dozeke bi rûmet, welatekî azad xwe feda kirin û wiha got: “Divê em Serhildana Şêx Seîd bizanin. Serhildaneke çawa bû? Li dijî kê bû? Mebesta wan çi bû? Divê ewil em komara ku Kemalîst û heta niha jî zilm û zordariya xwe didomîne nas bikin.”

Di axaftina xwe de Firat diyar kir ku dewleta tirk sed sal berê çi kiribe niha jî heman tiştî dike û wiha domand: “Sê tiştên dewletê hene; Îmha, înkar û derew. Pergala dagirkerên tirk ev e. Hiqûq, mafê mirovan, wijdan tune ye. Wê rojê jî heman tişt hebûn îro jî didomînin. Elbet ji cenazeyên me ditirsin. Heta niha me bi dehan caran cenaze xwest. Lê tu bersiv nedane me. Me muhatab jî qebûl nekin. Ez tenê jî bimînin ez ê heta dawî li cenaze bigerim û bi şopa wî kevim. Mesele cenaze nîne ew misyona ku wan cenazeyan ji me re hiştiye li wan xwedî derketine. Ya muhim ev e.”

‘Dagirkerên kurdan yek in’

Firat bal kişand hilweşandina goristanan û wiha pêde çû: “Ev dagirker in. Bê însaf in. Niha jî goristanên me hildiweşînin, gora vedişêrin, xwediyên wan mexdûr dikin. Ev pergala wan e. Ji bo kurdan tune bikin destkeftiyên kurdan tune dikin. Hemû hiş û dîroka kurdan tune dikin. Ji destpêkê heta niha wisa ye. Mixabin kurd jî ji van dersê nagirin. Bi hezaran kurd îro di girtîgehan de ne. Goristanên şehîdên kurdan tev xera kirin û hilweşandin. Hestiyên wan li Stenbolê xistin bin betona peyarê. Divê em van dagirkeran nas bikin. Dagirkerên kurdan yek in. Ereb, fars, tirk û emperyalîstên dinyayê ne.”

‘Nikarin kurdan biqedînin’

Di berdewamê de Firat destnîşan kir ku Tirkiye di roja salvegera Şêx Seîd û hevalên wî darvekirin de  biryara cezaya darvekirinê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan da û wiha lê zêde kir: “Bi biryara darvekirina Ocalan dixwazin bêjin ‘me wê rojê serokê we darve kir îro jî te darve dikin.’ Her tişt ji bo wan mubah e. Divê em kurd ji vê ders derxînin. Ez ji dagirkeran re dibêjim bes e. Hûn nikarin kurda bi kuştinê biqedînin. Gengaz e ku destê we, di nav hizbên kurda de hebe. Lê ev ne çare ye. Heke dixwazin li ser vê erdnîgariyê serbikevin, divê bi kurdan re rûnin.”

Firat bi bîr xist ku Tirkiye tevî Îranê êrîşî Herema Federal a Kurdistanê dike û wiha got: “Çi heqê Tirkiye û Îranê heye ku erdnîgariya kurdan bombebaran dikin. Divê hizbên kurdan ji van ders bigirin. Heke gelê kurd dê keviran li wan bibarînin. Kurd bi înkar û îmhayê naqedin.”

‘Dem dema gelê kurd e’

Her wiha Firat bi bîr xist ku 5 sal in komeleya xwe sazkirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di her civînê de me behsa yekitiyeke bi rûmet dikir. Me digot ku ‘hewceye hizbên kurdan bibin yek û tehamûlî hev bikin. Di nava xwe de bi edalet bin.’ Em bi mîsyona Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî amade ne ku ji bo yekitiya civaka kurd xizmetê bikin. Ji bo ku em nebin sedemê nexweşiyê em ê li ser bernameyên televîzyonê peyamên xwe bidin. Bila gelê kurd li mîsyona Şêx Seîd û rêhevalên wî xwedî derkeve. Dem dema gelê kurd e. Emperyalên dinyayê deyndarên me ne. Divê em serê xwe netewînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar