Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zêdetirî 30 girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn, hatin sirgunkirin
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê zêdetirî 30 girtiyên ku ji 1’ê Adarê ve ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, sirgunî girtîgehên cuda hatin kirin.
Di nava kesên hatine sirgunkirin de girtiyên ji doza Nisêbînê û hevşaredarê Dêrika Çiyayê Mazî Abdulkerîm Erdem heye yê ku li cihê wî qeyûm hatibû tayînkirin. MÊRDÎN