Di vê dema dawî de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê girtiyên siyasî yên ku cezayê wan qediyane jî bernade. Jixwe ew ne cezaye ku li wan hatiye birrîn. Bi hezaran Kurd bê sedem di girtîgehan tên ragirtin. Yek sedem heye ew jî Kurdbûna wan e. Bi vî rengî girtîgeh tije kirine û wan ceza dikin. Girtina wan û rehîn girtina wan tê nake, vê carê jî cezayê giran li wan dibirin. Dema ku girtî cezayê xwe diqedînin jî nayên berdan. Di vê dema dawî de çend mînakên wê hene.
Mînakên wê ji bo girtiyên 30 sal di zindanê de ne. 30 sal ne wextekî hindik e. Yanî girtiyekî ku di sala 1992’an de hatibe girtin, piştî 30 salan di sala 2022’yan de tê berdan. Lê dewleta tirk vê yekê jî asteng dike. Bi qanûneke nû re heyet ava kirine û ev heyet çavdêriyê dikin. Beriya ku girtî were berdan pêre rûdinin û li rewşa wî dinêrin. Eger ew girtiyê siyasî li ser a xwe be wî bernadin. Divê ew girtî li gorî wan biaxive. Yanî nebêje çi ji were ez çi bikim. Çend mînakên wê bi vî rengî hene. Yek ji wan girtiyan jî Yaşar Aslan e û 30 sal in di girtîgehê de ye. Dema ku li Amedê xwendekarê zanîngehê bû hate girtin û 30 sal in girtî ye. Li gorî biryara dadgeha wê demê diviyabû îro hatiba berdan. Lê ew bernedan. Beriya bi hefteyekê bi wî re rûniştin û hin pirs jê kirin. Jêre gotin tu poşman e an na. Ma gelo ev pirs ji girtiyekî 30 salî tê kirin ? Eger poşman bûya 30 sal di zindanê de nedima. Pirseke tahrîk û henek pêkirinê ye. Wekî din dipirsin; dema tu derkevî tu yê çi bikî û çawa debara xwe bikî ? Her wiha pirsa rewşa dawî ya li tirkiyê jî jê tê kirin. Welhasil bi vî rengî pirsên ku têkiliya wî pêre tineye dikin. Yaşar Aslan jî bersiva wan dide û xuyaye ku bersiv jî ne li gorî dilê heyeta girtîgehê ye. Lewma jî jêre dibêjin pirsê me qediya. Heyet fêm dike ku ew kes kedî nebûye. Ango li dijî wê dewletê kîna wî heye.
Ka ji xwe re bifikirin. Dewleteke ku 30 salî kesek rehîn girtibe û ji jiyana wî 30 sal dizîbin, wê nêrîna wî ya li wê dewletê çi be. Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku bi hezaran girtî 30 salên xwe li girtîgehê derbas kirine. Di van rojan de hin girtiyên 30 salî têne berdan û em dibînin ku bê dewletek çawa barbar û hov e. Vê dewletê 30 salên wan mirovan dizîn û piştre jî beyî ku fedî bike ji wan pirsan dike. Ev jî pirsên kêfî ne. Yanî piştî cezayê dadgehê jî cezayê rêveberiya girtîgehê jî heye. Eger girtîgeh erê neke nayê berdan. Rewşa Yaşar Aslan jî bi vî rengî ye. Cezayê wî 3 mehên din dirêj kirin. Piştî sê mehên din wê rewşê dîsa binirxînin û dibe ku careke din neyê berdan. Ev dewlet qîma xwe bi 30 salan jî nayne û dixwaze heta ku karibe cezayê wî dirêj bike.
Îro bi dehan kesên din di rewşa Yaşar Aslan de hene. Cezayên wan qediyane û nayên berdan. Her hefte çend nûçe û agahiyên bi vî rengî digihêjin me. Dewleta tirk polîtîkaya xwe ya tecrîd û êşkenceyê ew çend giran kiriye. Siyaseta ku li Îmraliyê li dijî Rêber Apo dide meşandin li tevahiya girtîgehan belav kiriye. Eger heq û hiqûq hebûya ev tişt nedibûn. Lê li tirkiyê bi navê hiqûq û edaletê tiştek nemaye. Her tişt bûye keyfî. Her qad bi serê xwe tevdigere û biryaran dide. Li girtîgehan faşîzmeke dijwar li ser girtiyan heye. Berdana girtiyan asteng dikin û heta ku wan tine nekin jî bernadin. Her carê em dibînin bê çawa cenaze ji girtîgehan derdikevin. Ev dewlet bi awayekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dike. 30 sal di zindanê de dihêle, lê dîsa jî têra wî nake. Dikuje, lê dîsa jî têra wî nake, vê carê cenaze parçe dike û dişewitîne. Bombe dike û qir dike, têra wî nake, vê carê jî dagir dike. Em bi dewletek ew çend qirker û barbar re rûbirû ne. Lewma jî têkoşîna me ya li dijî vê dewletê divê ew çend bibiryar be.