Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘31’ê adarê ji bo me firsendekî dîrokî ye’

 

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan tev li mîtînga Îdirê bû. Buldan da zanîn ku AKP’ê aramî, ewlehî û hezkirin têk biriye û wiha domand: “Li şûna ku xizmeta gel bike û aboriyê sererast bike, girtîgehan ava dike. 31’ê adarê ji bo me firsendekî dîrokî ye. Divê em dengê xwe bidin.”

Ji bo hilbijartina rêveberiya herêmî tenê 2 roj man. Bi vê boneyê jî hemû partiyên siyasî jî mîtîngên xwe yên dawî li dar dixin. Di vê çarçoveyê de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî li Îdirê tev li mîtînga dawî ya rêveberiyên herêmî bû. Mîtîng li Qada Şaredariyê hat lidarxistin. Di mîtîngê de parlamentgerê bajêr Habîp Eksîk, hevşaredarê Îdirê Mûrat Yîkît, namzetên hevşarêdariyê yên Îdirê yên HDP’ê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş, namzetên hevşaredarên navçeyan û gelek endamên partiyê beşdarî mîtîngê bûn.

Bi hezaran welatiyên ji Îdirê yên kurd, azerî û terekeme jî bi cil û bergên xwe yên gelerî herikîn qada mîtîngê. Welatiyan li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Ji ber ku li qada mîtîngê cih nebû, gelek welatiyan mîtîng li ser balkon, kargeh û malên xwe temaşe kirin. Di mîtîngê de pankartên ‘Em ê bi hevre qezenc bikin, em ê bi hevre birêve bibin’ û ‘Duh me bi ser xist û em ê îro jî bi ser bixin’ hatibûn daliqandin.

‘Îdir dê bi ronahiya agirê Newrozê biser bikeve’

Di destpêka mîtîngê de namzeta hevaşaredariyê ya Îdirê Eylem Çelîk gel silav kir û wiha got: “Îdir, weke Çiyayê Agirî yê biheybet û mîna agirê Newrozê agir berdan dilê hemû gelan. Em baş dizanîn ku Îdir dê bi ronahiya agirê Newrozê bi serkeftinê şiyar bibe.” Namzet Yaşar Akkûş jî diyar kir ku dê bibin yek û di 31’ê adarê de dersekî baş bidin qeyûman. Piştî namzetan, hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî.

‘AKP’ê hezkirin û aramî têk bir’

Pervîn Buldan diyar kir ku li Îdirê îro jin, ciwan, azerî, kurd, tirk û terekemeyan mil dane milê hev û hîn xweşiktir bûye. Buldan piştre jî bal kişand ser krîza aborî û wiha dom kir: “AKP’ê gelê vê axê feqîr û belengaz kir. AKP’ê hezkirin, edalet û aramî tune kir. Lê tenê du rojên wan mane. Ji bilî mexduriyetê tu tiştek nedan gelê me. Îdir mozaîka gelane û em ê vê biparêzin. Îktîdar ji bo ku desthilatiya xwe bidomîne hemû lîstikan dike lê dê di 31’ê adarê de têk biçin.”

Bersiv da gotinên Erdogan

Buldan daxuyand ku AKP’ê li Deşta Îdirê çandinî û sewalkarî qedand û wiha pê de çû: “Li cihê ku xizmeta aborî û îstîhdama cotkariyê bikin, girtîgehan ava dikin. Febrîqeyên heyî jî yek bi yek firotin. Pêdiviya îdiriyan ne bi girtîgehan, bi aramî, aborî, aştî, azadî û demokrasiyê heye.  Erdogan dibêje; ‘ez aborînas im.’ Aboriya wan, aboriya 17-25’ê Kanûnê ye. Aboriya wan aboriya nelirêtî û veşartina pereyan a di qutiyên pêlavan de ye. Dibêje ku dê aboriyê serhev ve bîne. Yaw ma tu dê êdî kudera wê rast bikî? Kes êdî bi van derewan bawer nake.”

Firsendekî dîrokî

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan gotinên Erdogan ên der barê namzetê hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Tirk jî rexne kir û ji Turk re silav şand. Buldan wiha dawî li axaftina xwe anî: “31’ê Adarê firsendek dîrokî ye. Em ê dersekî mezin bidin wan. Ev hilbijartin girîng e û divê her kes dengê xwe bide. Divê em xwedî li deng, vîn û sindoqên xwe derkevin.” Mitîng bi konsera hunermend Cevdet Bagca bi dawî bû. ÎDIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar