33 ciwanên sosyalîst ên 4 sal berê li navçeya Pirsûsê ji aliye DAIŞ’ê ve hatin qetilkiri, li ser gorên xwe û gelek navendan hatin bibîranîn
Malbatên 33 ciwanên ku li navçeya Pirsûsa Rihayê 4 sal berê di êrîşa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin û parazvanên mafên mirovan li pêş Navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê û li ser gorên ciwanan ew bi bîr anîn. Li Amed, Riha, Stenbol, Edene û Îzmirê jî ji bo bîranîna 33 ciwanan daxuyanî hatin dayîn.
Ciwanên sosyalîst Ece Dînç li Goristana Karacaahmet, Nazegul Bahar Boyraz li goristana Kuçukyalî, Duygu Tuna, Cemîl Yildiz û Îsmet Şeker li Goristana Gazî, Vatan Budak li Goristana Karlitepe, Polen Unlu û Hatice Ezgî Sadet jî li Goristana Ihlamurkuyu , Buşra Mete li Goristana Şeyhlî û Alper Sapan jî li Goristana Kurtkoy ên Stenbolê ji aliye bi sedan kesan ve hatin bibiranîn.
Girseya herî mezin li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê kom bûn ciwanên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn Duygu Tuna, Cemîl Yildiz û Îsmet Şeker bi bîr anîn. Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu û parlamentera HDP’ê Huda Kaya û gelek nunerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk amade bûn.
Divê darizandina DAIŞ’iyan bê şopandin
Di bîranînê de Huda Kaya diyar kir ku divê hemû cemaweriya neteweyî û navneteweyî bi baldarî darizandina DAIŞ’ê ya li Rojava berdawam dike, bişopîne û wiha got: “Li wir sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin tên darizandin. Kesen li Pirsûsê 33 ciwan qetil kirin tên darizandin. Kesên li Rojava mirov qetil kirin tên darizandin. Ez 33 hevalên me yên li Pirsûsê hatin qetilkirin bi bîr tînim.”
4 sal in têkoşîna edaletê didome
Li aliyê din li Cemxaneya Haci Bektaşî Velî ji bo kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan luqme belav kirin. Ji bo Polen Unlu û Hatice Ezgî Sadet li goristana Ihlamurkuyu bernameya bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de dayika Ezgî Sadet Sunay Sadet diyar kir ku îsal tevlêbûna bîraninê pir zêde ye û wiha got: “Hatina we ya vir hêvî û aramî da min.”
Hevseroka SGDF’ê Alev Ozkîraz jî anî ziman ku 4 sal in têkoşîna edaletê didin û wiha got: “4 sal berê yên di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan hevrêyên me bûn. 4 sal in em li kolanê li edaletê digerin. Heta em edaletê bibînin em ê li kolanan bin. 4 sal berê 33 kes bi endamê DAIŞ’ê yê bombeya zindî hatin qetilkirin. Em dîsa li vir in û dîsa em li hevalên xwe xwedî derdikevin. Em bi hêvî ne. Ji ber ku her roj em têkoşînê bêtir mezin dikin.”
Ji bo Ece Dînç li Goristana Karacaahmetê, Nazegul Bahar Boyraz li Goristana Kuçukyali, Vatan Budak li Goristana Karlıtepe, Buşra Mete li Goristana Şeyhli û Alper Sapan jî li Goristana Kurtkoy bi girseyî hatin bibîranîn.
Li goristanan bîranîn
Yunus Emre Şen li Wanê, Suleyman Aksu li Gevera Colemêrgê, Mucahît Erol, Medali Barutçu û Serhat Devrîm li Mûşê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê tev li bernameyên bibîranînê bûn.
Her wiha li Amedê jî Veysel Ozdemîr û Nazli Akyurek hatin bibîranîn. Veysel Ozdemîr li Goristana Yenîkoyê û Nazli Akyurek jî li Goristana 450 Evler hatin bibîranîn. Di bernameyên bi bîranînê de endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê amade bûn.