Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

34 qurbaniyên Roboskiyê hatin bibîranîn

34 qurbaniyên Roboskiyê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û wiha got: “Heke li vî welatî li qatil û terorîstan digerin, bila bizivirin û li yên Komkujiya Roboskiyê pêk anîne binêrin.”

Qurbaniyên Komkujiya Roboskiyê 19 jê zarok 34 welatiyên bi balafirên şer ên artêşa tirk li bejahiya gundê Roboskî ya girêdayî Qilabana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe ango li Goristana Roboskî hatin bibîranîn. Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Sezaî Temellî, Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Tayîp Temel û Feleknas Ûca, malbatên qûrbaniyên Roboskî û gelek kesên ji bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn.

Zekî Tosûn ê kurê wî Mehmet Alî Tosûn di komkujiyê de hatibû qetilkirin axivî û destnîşan kir ku ew daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin û dê vê êşa mezin qet ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Sûcê mirovahiyê

Pişt re hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bi bîr xist ku 9 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye û wiha got: “Komkujiya Roboskiyê êşek bêdawî û bêtarîf e. Helbet ne qezayek e. Ev komkujiyek aşkera ye. Dewlet û hikûmetê bi zanebûn û bi xwestek bombeyan bi ser gelê Roboskiyê de barand. Ev komkujî aşkerayî hat kirin. Vê dîrokî bi salan e şahidiya van êşan kiriye. Ev çiya, ev kevir û însanên li vir dijîn hafizeya pêvajoya êşên li vir in. Roboskî bîra sûcê li dijî kurdan hatiye kirin e. Li ser vê axê gor tên xerakirin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Qet û qet wê ev komkujî neyê jibîrkirin û helbet dê rojek hesabê wê were pirsîn.”

Bêhiqûqiya li dijî kurdan

Di axaftina xwe de Bûldan da zanîn ku komkujiyên bi vî rengî gelek li Kurdistanê hatin kirin û ev tişt anî ziman: “Komkujiya Roboskî ji komkujiyên Mereş, Dêrsim, Zîlan û yên din ne cudatir e. Komkujiyên li Sûr û Cizîrê ji van komkujiyan ne cudatir in. Lê tişta ku herî zêde me dide kuştinê, bêhiqûqiya li dijî kurdan e. Va ye tişta ku herî zêde me diêşîne û xemgîn dike jî ev dijminatiya li hember kurdan e. Li kîjan devera dinyayê be heke welatî bi bombeyên dewletê werin kuştin dê rayedar îstîfa bikin. Dev ji îstîfayê berdin lê li welatê me ev komkujî tê parastin. Kujer tên parastin. Kujer nehatin darizandin û cezakirin.”

Bûldan destnîşan kir ku Komkujiya Roboskiyê bi biryara Desteya Ewlehiya Millî (MGK) hatiye kirin û wiha got: “Tevî ku her tişt dihat zanîn jî tu hesab nehat pirsîn. Tê zanîn ku kê vê komkujiyê pêk aniye. Ev jî nîşaneya dijminatiya kurdan e.”

Kêmasiyên hiqûqî

Bûldan anî ziman ku Roboskî komkujiya herî bi êş a dîroka nêz e û wiha domand: “Ez dixwazim bêjim heta ev mesele were çareserkirin û pêvajoya hiqûqû û siyasî bigihîje zelaliyê çi ji destê me were em ê bikin. Di wê serdemê de hin kêmasî qewimîne. Malbatên Roboskî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane lê belê ji ber ku Baroya Şirnexê evraqên kêm dabû, AYM’ê vê dosyeyê ji ber evraqên kêm qebûl nekiriye. Ji ber rêyên hiqûqî yên li Tirkiyeyê qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’ê bi hinceta ku rêyên hiqûqa navxweyî neqediyaye dozê qebûl nekir. Di vî warî de kêmasiyên evraqan ên Baroya Şirnexê hene. Ji bo yên van kêmasiyan kirine derkevin holê, berpirsiyartiyek dîrokî ye. Helbet ê me wek HDP’ê jî di warê hiqûqî de hin kêmasî çêbûne. Pêvajoya şopandin û kontrolê baş pêk neaniye. Me pêvajoya hiqûqê baş neşopandiye. Ev jî kêmasiyek me ya mezin e.”

‘Helbed dê ev dewran biqede’

Di berdewamê de Bûldan destnîşan kir ku tevî hemû tiştên qewimîne jî ev pêvajo didome û wiha pêde çû: “Divê neyê wê maneyê ku her tişt qediyaye. Wê ev dewran biqede. Helbet AKP dê biçe. Piştî çûyîna AKP’ê hikûmetên nû wê dest ji vê mijarê bernede. Em jî wek HDP’ê soz didin ku di warê siyasî û hiqûqî de her tiştî bikin û têkoşînê birêve bibin.”

Bûldan bal kişand ser biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş daye û biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş daye nîşaneya hemû bêhiqûqî û dijmintiya gelê kurd nîşan dide.

Di axaftina xwe de Bûldan bang li îktîdarê kir û wiha got: “Hûn neçarin vê rûpelê dîsa ji nûve vekin. We gotibû ‘Wê ev komkujî di korîdarên tarî yên Enqereyê de nemîne.’ Lê belê ev bûyer hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de tê veşartin. Lê pêwîst e ev komkujî demildest ji wan korîdorên tarî were derxistin û bigihîje zelaliyê û kujer û berpirsiyar werin cezakirin. Dîsa dixwazim bêjim ‘we gotibû dê ev li korîdorê tarî neyê windakirin.’ Lê belê ev hêj di korîdorên tarî yên Enqereyê de daliqandî tê sekinandin.”

Bila bizivirin û li Roboskiyê binêrin’

Her wiha Bûldan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku her roj li van malbatan zilmê dikin û kujer nayên cezakirin lê belê malbat û ferdên malbatan ên wek Ferhat Encu, Velî Encu tên cezakirin. Niha Velî Encu di zindanê de ye. Yên ku li malbatan zilmê dikin û ceza li wan dibirin bila baş bizanibin, heke li vî welatî li qatil û terorîstan digerin, bila bizivirin û li yên Komkujiya Roboskiyê pêk anîne binêrin. Ji ber vê yekê em ê wek HDP’ê li cem malbatê xwe yê bi êş û kul bin. Helbet wê rojek berpirsiyar û kujer werin darizandin û cezakirin. Bila gumana tu kesî tune be.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar