Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

35 sal di ser birîna bê derman “Enfal”’re derbas dibe

Beriya 35 salan weke îro, ji bo tunekirina gelê kurd, komkujî pêkhatin. Rejîma Baasê bi hevkariya hin hêzên navdewletî û xayînên kurdan, jenosîd pêk anîn. Di encama enfalê de 182 hezar kurd şehîd bûn.

Enfal: Enfal ku di erebî de tê wateya ‘bahozê’ di pirtûka pîroz Qûran’ê de jî navê ayetekî ye. Her wiha Enfal navê kod yê operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibat’ê heta 6’ê Îlona 1988’an ji aliyê rejima Baas ve li Kurdistan’ê pêk hatine ye.  Enfal, ji aliyê General Elî Hasan El Mecîd ê xizmê serokdewletê Iraq’ê Sedam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur ê Partiya Baas a Iraq’ê hat meşandin. El Mecîd ê ku ji hêla kurdan ve wekî ‘Elî Kîmyawî’ dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû. Cerdevanên kurd ên ku bi navê Cahş, Fursan an jî “Yekîneyên Parastina Netewî” dihatin binavkirin jî, di vê tevkujiyê de rolên girîng lîstin. Ji bo “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Qetilkirina Pêşmergeyan” saziyên leşkerî, ewlekarî û dezgehên sivîl ên dewleta Iraq’ê û hemû derfet û çavkaniyên din xistibûn bin emrê El Mecîd. Li gora çavkaniyan, di pêvajoya Enfalê de 182 hezar kurd hatin kuştin.

Yekem kiryara rejima Iraqê ya ku ji bo tespîtkirina komên ku wê bên qirkirin, serjimariya şêniyê ya di 17’ê Cotmeha 1987’an bû. Di navbera qadên ku pêşmergeyên Kurd rizgar kiribûn û herêmên di bin kontrola artêşa rejimê de bi awayeke fiîlî herêmeke tampon pêk hatibû. Di Tebaxa 1987’an de, Konseya Fermandariya Şoreşa Iraqê, bi biryarnameyekê îlan kiribû ku kesên beşdarê serjimariyê nebin, wê wek qaçaxê leşkeriyê bên hesibandin û cezayê mirinê li wan were birîn. Ev biryar jî biryara 160 bû.

Rejîma Baas, hêzên navdewletî û rola xayînên kurd

14’ê Nîsan: Salvegera komkujiya Enfalê

Di pêlên Enfalê de 182 hezar jin, zarok, ciwan û kal hatin qetilkirin. Ev ji curekî yê wêrankirina bi hezaran gundan û penaberkirina gel ji navçeyên cuda cuda yên başûrê Kurdistanê ye.

Qonaxa yekem a Enfalê:

Enfala Dola Cafayetî: Di roja 23’yê Sibatê 1988’an de dibin rêvebertiya wezirê wê demê yê parastina Iraqê Sultan Haşim, bi beşdarbuna tûgay 20 û 60’an êrîş ji aliyê rejîma Baas ve destpêkirin. Di qonaxa êrîşkirinê li ser gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, Navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş hatin girtin. Di van êrîşên nû yê beşê dijwar de gelek navçe hatin wêrankirin û talankirin.

Qonaxa yekem heya 19’ê Adara 1988’an berdewam kir. Armanca sereke tunekirin û talankirin 20-30 gundên Dola Cafayetî û dagirkirin baregehên hêzên pêşmergan li van navçeyan bûn. Ev pêl ber bi sînorên navçeyên Sirdaş, Dûkan, Serçinar, Qelaçiwalin û Çiwartî hatin girtin.

Gelek ji van gelê herêmê berbi Îranê û gelek ji ber bi bajarê Silêmaniyê ve penaber bûn.

Qonaxa duyem:

Di 22’yê Adara 1988’an de qonaxa duyem ya pêlên enfalê li navçeyên Qeredaxî, navçeya Tekiye, Silêmaniyê, Segrime,Derbendibaser, Qupî Qerax û çend cihên din li ber vê pêla qonaxa duyem ket. Bi giştî gund û navendên van navçeyan hatin girtin.

Destpêka êrîşan li ser çend cihên stratejik bi êrîşên kîmyamî hatin destpêkirn û gelek giran bû. Ev ji carekî din ji gelê navçeyê penaber bibe û beşa ku berbi Silêmaniyê ve çuyî ziyana wan kêmbû. Lê ew gelê berbi Herêma Germiyan ve penaber buyîn gelek ji wan hatin girtin û piştre hatin windakirin.

Qonaxa duyem ya enfalê heya 1’ê Nisana 1988’an berdewam kir. Ew gelê ku çuyin zêdetirê wan hatin girtin, ji bo qada leşkerî şandin ku nêzîkî 8 hezar kes ji jin, zarok, kal û ciwan hemu birin li cem qada leşkerî (Tubzawe) ya nêzîkî Kerkûkê. Ew ciwanê di nav gelde cuda kirin û ber bi cihên ne diyar ve birin û windakirin, kesên ku mayîn jin, zarok û keçên ciwan xistin zindana lê pîremêr û pîrejin ew ji birin çola Semawe (Nugreselman) . Ji wan hejmare zêde ji birçîtî, bê avî û ji nexweşiyan mirin û termê wan di avêtin ji derveyî zindanê.

Qonaxa sêyem:

Qonaxa sêyem ya pêla enfalan di 7’ê Nisana 1988’an sê navçeyên Germiyan destpêkir. Ev qonax, qonaxa êrîşên herî berfireh, mezin û êrîşên herî dijwar yên li ser gelê kurd bûn di wê salê de. Li navçeya Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw, Tekiye û beşek ji navçeyên Axceler destpêkir.

Ev qonax heya 20’ê Nîsana 1988’an berdewam kir, zerer û ziyanên mezin di aliyê madi û manewî de giha gel û 5 hezar gundên herêmê. Di 14’ê Nîsana 1988’an 4 navçe bi hevre hatin wêrankirin, nêzîkî 20 hezar jin, zarok û zilam ji aliyê hêzên Baasê ve hatin girtin. Ev roj wekî rojekî herî bi êş ya wê salêye û hemû salana ji wê rojê weke bibîranîna sûçê enfalê li başûrê Kurdistanê ye.

Qonaxa çarem:

Ev qonax ji 3’ê Adarê heya 8’ê Nîsana 1988’an berdewam kir. Rejima Baas piştî sûçê di qonaxa sêyem de kirîn, hejmara zêde kes qurbanî û bê cih kirine. Her wiha êrîş berdewam bûn li ser navçeyên din yên başûrê Kurdistanê, di vê qonaxê de navçeyên wekî Rêdar, Axcelar, Teqteq, Deştî Koyê û çend gundên Germıyan Esker, Guptepey despêkir.

Destpêka êrîşan kimyawî di 3’yê Adara 1988’an li ser gundê Guptepe destpêkir. Qurbaniyê li vî gundî nêzîkî 300 kesan bu. Herwiha gundê Esker ji bû hedefa bombayên kimyamî û rê li ber derbazbûna xwecihên gundên Gulptepe, Eskender û heyderbeg ji aliyê rejîma Iraqê ve herdem dibu hedefa sûç kirinê û gelê herêmê ne kidarî bi şêwekeyî biçûk ji tevger bike.

Qonaxa pêncem, şeşem û heftem:

Qonaxa pêncem, şeşem û heftem ye pêlên enfalê li navçeyên Rawanduz, navçeya Xelifan, Xuşnaw, navçeya Dulî Balyisan , Dulî Melekan, Dula Wertê, Dulî Hiran , Simaqelê destpê kirin. Destpêka êrîşan di ji 15’ê Nîsanê heya 26’ê Tebaxa 1988’an dewam kir, balefirên şer yê rejima Iraqê dest bi kimyabaran gundên Nazenin, Kamusk, Sipîndare, Elilwe û Simaqulî bun hedef û jimarek zêde gelê hatin qetilkin û gelek lawir ji telef bûn.

Sûçê ku rejima Iraqê li ser navçeyên Dola Balyisan kir di destpêka êrîşan de ziyanek mezin li welatiyên herêmê kir. Ji berku zêdetir ew navçeyên li ser parêzgeha Hewlêrê hatibûn valekirin û gelê wê hatibûn veguhestin. Ziyan herî mezin li navçeya gundên Biley ket, gel cihê xwe ji bir kir.

Qonaxa heştem û qonaxa dawî ya enfalê:

Qonaxa dawî ya enfala li navçeyên Behdînan destpêkir, di 25’ê Tebaxê heya 2’yê Îlona 1988’ê berdewam kir. Piştî rawestîna şerê Iraq û Îranê artêşa Iraqê dest bi pêlên enfalan kir li navçeyên Behdînan. Qonaxa dawî ya enfalê li navçeya Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê destpê kir. Destpêkê artêşa Iraqê bi bombarana êrîş kir pişt re ji bi fizeyên kîmyawî bombabaran kir. Êrîşa herî giran di 24’ê Tebaxê ya li ser gundên Sipîndarê, Qedpalê li çiyayê Gare ye bi dirêjiya 30 kîlometre navçeyan bombabaran kir. Lê rexmê ewqas bombabaran ji jimara qurbaniyan kêm bû, ev ji ew ku hêzên pêşmerge li herêmê amadekari xwe parastinê kiribûn. Belê hemû lawirên welatiyan telef bûn, bîrên wan ên avê jî zûwa bûn.

Herçend berpirsiyarê sereke yê Enfal’ê, fermandarê artêşa Baas Hesen Elî Mecîd, piştî li danişînên nixumandî yên dadgehên Iraqê hat darezandin û di sala 2010’an de hat daleqandin jî, hevkarên wî yên tawanbar yên navnetewî, hîn jî bi temamî derneketine holê.

Di encama enfalê de 182 hezar kes şehîd bûn ku biribûn navenda Iraqê û başûrê Iraqê. Di 300 goran de bi saxî hatin qetilkirin. Tevî li ser rêveberiya başûrê Kurdistanê re 35 sal derbas dibe jî heta niha 3 hezar û 737 cenaze vegerandîne warên wan. Hîn nêzî 179 hezar cenaze nehatine vegerandin.

Di 14’ê Nîsana 2014’an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve enfal weke jenosîd hate naskirin, lê hîn ji aliyê civaka navneteweyî ve weke jenosîd nehatiye pejirandin.

Rêveberiya başûrê Kurdistanê çima tawanbarên Enfalê diparêze?

Tevî 35 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne, hîn cenazeyên qurbaniyan li çolên Iraqê mane. Tawanbarên enfalê ji aliyê rêveberiya başûrê Kurdistanê tên parastin û wezîfedar kirin. Naskirina enfal weke jenosîd hîn di xala destpêkê de ye. Rojane xizmên qurbaniyan dadikevin kolanan û dixwazin nasnameya qurbaniyên Enfalê werin diyarkirin. Îsal li Germiyan xizmên qurbaniyên Efnalê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew ê nehêlin tu partî û hizbek tevlî merasîma bîranînê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar