Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

37 rêxistinên sivîl ên Îzmirê li dijî qeyûman deklerasyonek aşkere kirin

Li Îzmirê 37 rêxistinên pîşeyî, saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûm a 3 Şaredariyên HDP’ê yên Wan, Amed û Mêrdinê deklarasyona hevpar dan û tayînkirina qeyûman şermezar kirin û wiha gotin: “Em van pêkaninên ku bingeha demokrasiyê ji halê radike qebûl nakin.”

Di pêşengiya Hêza Ked û Demokrasiyê de 37 rêxistinên sivîl, pîşeyî û partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûm a şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê deklarasyonek hevpar aşkera kirin û diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî li Baroya Îzmirê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê Baroya Îzmirê Perihan Kayadelen, deklerasyon xwend û wiha got: “Namzetên Hevşaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê ji aliyê YSK’ê ve hatin erêkirin. Piştre bi dengekî pir zêde şaredarî qezenç kirin. Niha Wezîrê Karên Hundir li şûna wan Hevşaredaran qeyûm tayîn kir û Hevşaredar ji peywirê girtin. Bi vê yekê demokrasiyê li Tirkiye darbeyek pir mezin xwariye. Demokrasî nebe nabe. Vîna gel e.”

Kayadelen anî ziman ku bi vê biryara îdarî, darbe li vîna gel xistine û wiha berdewam kir: “Vîna gel binpê kirine. Mavê bijartin û hilbijartinê bi granî îhlal kirine. Ev yek di heman demê de sergirtina krîza aborî, siyasî û civakî ya Tirkiyeyê ye. Divê bi lez peyvira hevşaredarna paşve bidin wan. Em vê yekê qebûl nakin.”

37 partiyên siyasî û rêxistinên demokrasiyê yên îmze avêtin bin deklarasyonê wiha ne: “DÎSK Odeya Tabîban, Platforma Şaxan a KESK’ê, Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê, Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmirê, EGEÇEP, Federasyona Alevî û Bektaşiyan, Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Vakfên Elewiyan, Komeleya Piştevaniya Çanda Dêrsimiyan a Îzmirê, Komeleya Elewiyên Demoratîk, Komeleya Piştevaniya Jinan a Bornova, Buda EVKA-! Koleleya Çanda Jinan, Komeleya Muzisyenên Îzmirê, Komeleya Piştevanî û Yekîtiya On beşliyan, Mala Gel, TÎHV, ÎHD, ÇHD, OHD, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Înîsiyatifa Heq, Komeleya Pira Gelan, Komeleya dostaniyê ÎMECE, Komeleya 10’ê Cotmehê ya Piştevaniyê, HDK, CHP, EMEP, ODP, TÎP, HDP, SYKP, ESP, Partiya Şoreşger, Partiya Keskan, Odeya Muşavirên Malî yen Serbest.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar