Dewleta tirk a faşîst li ser gelê kurd faşîszma herî dijwar û dermirovahî meşand û dimeşîne. Bi taybetî jî di salên 1980’î li Kurdistanê da meşandin. Gelê kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê li dijî faşîzmû berxwedan û têkoşîneke bê hempa meşand. Gelê kurd ê ku li şûna teslîmiyetê berxwedan hilbijart bi her cure êrişên herî dijwar ên dewletê rû bi rû ma. Di wan salan de gelek kesan ji ber tundî û zextên dewletê berê xwe da serê çiya. Yekem gerîlaya jin a PKK’ê Rahîme Kahraman (Saadet) e. Kahraman di sala 1960’an de li gundê Goman ê ser bi Dêrsîmê di nava malbateke 8 zarokan wan hene û welatparêz de tê dinê. Rahîme Kahraman a ku bi xwendin û nivîsandinê re eleqedar e, di sala ku lîseya navçeya Depê qedand, di bin bandora birayê xwe yê ku bi awayekî çalak di nav tekoşînê de cihê xwe digire dimîne û di sala 1979’an de di nav xebatan de cihê xwe digire.
Şehîd Saadet bi Mazlum Dogan û Delîl Dogan ên birayên hev re li gund û navçeyên derdorê dixebite. Kahraman bi awayekî çalak beşdarî çalakiyan dibe û piştre jî ji ber zextên dewletê tev li PKK’ê dibe. Kahraman weke yek ji jinên yekem ên tev li PKK’ê bûye cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de digire. Hevalên wê ku qala Kahraman dikin diyar dikin ku ew bi fedekarî û jîrbûna xwe bandorê li jinan dike û piştre jî gelek jin li ser nasname û xwebûna xwe dikevin nava lêgerînê. Kahraman tevî hevalê xwe yê bi navê Fazil Yildirim di pevçûna ku di 22’yê îlona 1985’an de li herêma Çemê Mezin a Bestayê derketibû, şehîd bû.
Şehadeta Kahraman jî weke jiyana wê ya têkoşer di nava gel de belav dibe. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide jî cenazeyê wî tê teşhîrkirin, bi pişt traktorê ve bi erdê re tê kaşkirin û îşkence lê tê kirin û paşê diavêjin ser çopê. Lê belê gelê Şirnexê ku nekarî vê yekê qebûl bike, cenaze ji wir werdigirin û her du cangoriyan li kêleka hev li Goristana Kendalê Îş a taxa Dîcle ya Şirnexê vedişêrin. Ji aliyê gelê herêmê ve tê gotin ku piştî şehadeta Saadet, ronahiya kesk a ji ezman cenazeyê wê ronî kiriye û ji piştî wê demê gora Kahraman ji aliyê jinan ve weke tirbe ango ziyaretgeh tê qebûlkirin. Kahraman di nav gel de bi navê Zahîde tê naskirin. Gora Kahraman bi salane ji aliyê jinên Şirnexê ve tê parastin. Jinên bê zarok an jî yên ku bi nexweşiyeke din ketine, tên ser gorê wê û daxwaz û niyazên xwe dikin. Tê gotin gelek kes diçin ser gorê û li şîfayê digerin.
Gelek caran gora Kahraman bi êrişan re rû bi rû dimîne û kêlên gora wê tên rûxandin û şikandin. Her cara gor hatiye rûxandin dîsa ji aliyê gel ve hatiye çêkirin.
Ji jinan Meryem Îrmez diyar kir ku piştî ku Kahraman jiyana xwe ji dest da gora wê weke tirbeyê hate dîtin û wiha got: “Wê demê gundên me nehatibûn valakirin û em li gund li Besta bûn. Wê demê me bihîst ku pêvçûn derketiye û di pêvçûna ku derketiye de Zahideyê jiyana xwe ji dest daye. Gundiyan cenazeyê wê anîn lê nekarîn tiştekî bikin. Kesekî nedizanî ku kesa ku miriye jineke. Çimkî jinên gerilla wê demê tune bûn.Piştre dewlet hat cenazeyê wê bi helîkopterê anîn Şirnexê. Piştî ku jiyana xwe ji dest da herkes diçû ser gora wê dua dikirin û axa gora wê tînan weke şîfa bikar tînan. Kesên ku nexweş diketin axa ser gora wê dibû derman. Min bi xwe jî axa wê anîn û bikar anî û ez niha sax bûme. Dema ku jiyana xwe ji dest da tê gotin ku li esman roniya kesk cenazeyê wê ronî dike. Ev baweriye wiha di nava gel de belav dibe. Piştî Zahideyê jî jinan navê wê rakirin û keçên xwe yên ku ji nû dayik dibûn navên wan dikirin Zahide. Heke ku hûn li Şirnex bigerin hûn ê rastî bên ku navê gelek jinan Zahide ye. Ev hemû jî jinên wê demê ku hatine ser dinê ne. Bi hezaran Zahîde ji dayik bûn. Axa ser gora wê ji nexweşiyan re derman e. Her roj kesên ku diçin ser gora wê duayan dikin û gora wê ziyaret dikin hene. Piştî çend salan şûnde malbata wê hat ku cenazeyî bibe lê piştre dîtin ku li Şirnexê giringiya wê û wateya wê pir mezine gotin,’ bila li vir bimîne’ her jineke Şirnexî gora wê weke gora zarokên xwe, weke goreke pîroz diparêz e.”
Ji jinan Nûriye Erkûş jî bi lêv kir jinên Şirnexî gelek ji mirina Kahraman bandor dibin û wiha axivî: “Zahîde li Çemê Mezin di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û termê wê di nava darên spîndarê de hate dîtin. Cenazeyê wê danê êvarê li wir ma, piştre leşker hatin û birin. Piştî ku cenazeyê wê dibin teşhîr dikin û îşkence lê dikin. Ji me re wiha tê gotin. Bi vî awayî me bihîst ku çi hatiye serê Zahide. Bi traktorê kaş dikin û tînin bajêr. Piştî ewqas îşkenceyê cenazeyê wê diavêjin û piştre gel tînin vedişerin. Niha li Şirnexe keseke ku wê nas neke hema hema nine.Herkes diçe ser gora wê duayan dikin û axa wê distînin û tê gotin ku kesên ew kuştine jî axa wê ji bo nexweşiyên xwe bikar anîne. Gelek jin wê di xewna xwe de dibîne. Li vir kesek ku Zahide nas neke tune ye. Her ku em li ber goristanê derbas dibin em dua dikin û ziyaret dikin. Piştî mirina wê gelek îşkence li laşê wê hat kirin, lê ji 7 heta 70 salî her kesî navê wê bihîst û tişta ku hatiye serê wê zanin.”