Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...
Çarşamba - 6 Kasım 2024

Bi dagirkeran re aştî nabe

Desthilata faşîst û qirker AKP-MHP'ê dîsa rûyê xwe yê reş nîşan da. Dagirkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî qasî li dijî hiqûqa navnetewî ye...

Kurd ji zirteboziya tirkan natirsin

Di rojên dawî yên meha cotmehê de hin kesan kêfa xwe bi gotinên serokê MHP Bahçelî û yê AKP'ê Erdogan xweş kirin ku hatine...

4 girtî li dijî zextan 54 roj in di greva birçîbûnê de ne

4 girtiyên li Girtîgeha Sîncanê li dijî binpêkirina mafan 54 roj in di greva birçîbûnê de ne. Fatîh Tufencî yê ku birayê wî di grevê de ye diyar kir ku girtiyên di grveê de ne her diçe zihîf dibin û anî ziman ku ew ji jiyana wan bi fikar in.

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirine navendên êşkencexane û faşîzmê. Ji van girtgîehan yek jê Girtîgeha Sîncanê ye. Girtiyên bi navê Ferhat Tufencî Fîkret Yîgît, Tahsîn Ozyildiz û Mazlûm Bataray li dijî zext û binpêkirina mafan ji meha îlonê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Kekê Ferhat Tufencî, Fatîh Tufencî xwest ku daxwaza girtiyan a ji bo bidawîkirina binpêkirinan bê qebûlkirin.

Fatîh Tufencî anî ziman ku birayê wî piştî ku çûye Girtîgeha Sîncanê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve di hucreya yekkesî de hatiye girtin û wiha got: “Li wir salek di hucreya yekkesî de ma. Niha li cem hevalekî xwe dimîne. Li wir rastî binpêkirina mafan tê. Sewqkirina nexweşxaneyê tê astengkirin. Camên qawîşan bi têlan hatine girtin. Ji aliyê karmendên girtîgehê ve tim rastî tundiya derûnî tên.”

Tufencî bal kişand ser zextên li ser birayê wî û hevalên wî û wiha got: “Ferhat Tufencî, Fîkret Yîgît, Tahsîn Ozyildiz û Mazlûm Bataray 54 roj in ji ber zextên rêveberiya girtîgehê û desteserkirina mafan di greva birçîbûnê de ne. Ez nizanim ji bo grevê çi zexîre didin wan. Lê dixwazim balê bikişînim ser vê; di demeke kurt de pir zihîf bûne. Nêzî 13, 15, 17 kîlo zihîf bûne. Greva birçîbûnê hê jî didome.”

Tufencî diyar kir ku her 4 girtiyên di greva birçîbûnê de ne nexweş in û wiha got: “Birayê min Ferhat Tufencî di serê wî de kîst heye û di stûyê wî de fitiq heye. Ji bo vê pêwîstiya wî bi emeliyatê heye. Ji roja çûye heta niha sewqî nexweşxaneyê nayê kirin. Ji ber ku di dema xwe de tedawî nabe tûşî nexweşiyên giran dibe”.

Tufencî bal kişand ser daxwazên girtiyan û wiha got: “Daxwazên wan çalakiyên li girtîgehê ne ku mafê her girtiyî ne, sûdwergirtina ji pirtûkxaneyê ye, di wextê xwe de sewqkirina nexweşxaneyê ye û her wiha dixwazin her 4 girtî karibin pêwendiyê bi hev re deynin. Di kes li kêleka hev in û 2 kesên din jî di hucreyên cuda de tên girtin.”

Tufencî anî ziman ku ew ji raya giştî hêvî dikin ku hesasiyetekê nîşan bidin û wiha got: “Birayê min Ferhat û 3 hevalên wî yên li wir li Girtîgeha Sîncanê rastî tundiya derûnî û zextên giran tên. Tevî vê yekê jî di greva birçîbûnê de ne. Ev demek e em ji tenduristiya wan bi fikar in. Em daxwaz dikin ku vê rewşê bixin rojeva xwe, bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin û bigihên encamekê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar