Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydİn, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk di serdegirtina malan de hatin binçavkirin
Polîsan vê sibê li navçeyên Mêrdînê û li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser malên hevşaredarên HDP’î de girt. Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hevşaredar bi hinceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatine binçavkirin.
Hevşaredarên navçeyên Mêrdînê birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hevşaredara Pirsûsê Çevîk jî birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.
Piştî binçavkirina hevşaredaran, avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Xebatkarên şaredariyê jî binçavkirin
Li gel hevşaredaran hat zanîn ku xebatkarên Şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçecî, Hediye Guneş, Burhan Temel û Feyzullah Erol jî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkirinan a li Mêrdînê zêde bibe. MÊRDÎN – RIHA