Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin. Li aliyê din Hevserokê HDP’ê yê Qazizmanê hat girtin
Li çoltera gundê Xerabê Bava ya Navçeya Nîsêbîn a Mêrdînê ku tim bi operasyonên leşkerî di rojevê deye, polîs û leşkeran bi îdîaya “Îxbar” heye bi ser malan de girtin. Di serdegirtina heya derengiya şevê berdewam kir de, Sabrî Gorgun, Abdulvahap Zengîn, Ferhan Bayhan û Zahîr Dogan hatin binçavkirin. 4 kesên bi hinceta “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatin binçavkirin, nehat zanîn li ku derê tên girtin.
Hevserokê HDP’ê yê Qaxizmanê hat girtin
Li aliyê din li navçeya Qaxizman a Qersê, polîsan pêr bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yaşa Ozlu de girtin û binçav kirin. Ozlu yê sewqî dadgeha nobedar hat kirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Hat îdîakirin ku derbarê Ozlu de îfadeyên şahide vejartî hene. MÊRDÎN/QERS