Welatiyên ku li Wanê di çalakiya malbatên girtiyan û TUAYDER’ê de hatine binçavkirin, îro piştî îfadeyê hatin berdan
Malbatên girtiyan û endamên TUAYDER’ê ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişadina ser rewşa bi hezaran girtiyên di greva birçîbûnê de, duh xwestin li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyekê bidin. Lê polîsan êrîşî girseyê kir û 4 welatî binçav kirin.
Hat zanîn ku 4 kesên ku polîsan binçav kiribûn piştî îfadeyê îro hatin berdan. Navên 4 kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Rojnameger Oktay Candemîr, Serdar Çevîk, Omer Ertaş û Mahmut Dundar.” WAN