Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

4 meh in cenazeyan nadin malbatan

Cenazeyên 4 gerîlayên HPG’ê ku di erîşa hewayî ya 3’yê hezîranê de li çoltera Licê şehîd bûn, ev 4 meh in nadin malbatan

Li çoltera taxa Bayirli ya navçeya Licê ya Amedê, di 2’yê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û di 3’ê hezîranê de jî herêm bi balafirên şer hatibû bombebarandin. Di encama vê bomberandinê de 4 gerîlayên HPG’ê Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Rêber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) Û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) şehîd bûbûn. Lê cenazeyên 4 gerîlayan 44 rojan li herêma operasyonê hatibû rawestandin û malbatan piştî 44 rojan cenaze ji herêma operasyonê wergirtibûn. 4 cenazeyên ku ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, piştî malbatan ji bo testa DNA’ê xwîn dan vê carê cenaze şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Dozger di 27’ê îlonê de li malbatan geriya û diyar kir ku testa DNA’yê ya malbatan diyar bûye.

Piştî testa DNA’yê diyar bû di 27’ê îlonê de cenaze bi kargoya balafirê şandin Amedê. Li vir jî li şûna cenazeyan bidin malbatan rasterast cenaze şandin Morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê. Malbat ji bo cenaze bigirin çûn serî li dozgeriya Komarê ya Amedê dan û dozgeriyê jî vê carê ew şandin Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê. Malbatên ku çûn fermandariya cendirmeyan ewil gotin ‘em ê cenazeyan piştî nîvro bidin.’ Dema malbat li ser vê yeke diçin pêş nexweşxaneyê û heta êvarî li ber nexweşxaneyê radiwestin, vê carê rayedarên leşkeriyê ji malbatan re gotin ‘Em ê di nava hefteyê de cenazeyên we bidin we.”

Ji bo testa DNA’yê xwînê dan

Dayika Yûsûf Kayran (Zinar Akro), Melîha Kayran der barê pêvajoya her çar cenazeyên ku 4 meh in nadin wan de axivî û wiha got: “Em di 8’ê hezîranê de pêhesiyan ku lawê min jiyana xwe ji dest daye. Di 10’ê hezîranê de me serî li Cendermeya Amedê da û ji me testa DNA’yê xwestin. Em çûn Nexweşxaneya Fakulteyê Zanîngeha Dîcle ya Amedê ji bo testa DNA’yê me xwîn da. 23 roj derbasbûn encam derneket. Ji bo testa DNA’yê me dîsa serî lê da.”

Gef li wan hat xwarin

Kayran destnîşan kir ku piştî 25 roj derbas bûn pê hesiyan ku cenaze hêj li herêma operasyonê ne û wiha domand: “Me agahî da cendermeyan. Wan jî got ‘em nikarin biçin qadê.’ Herî kêm me 3 caran serî li cendermeyan da ku biçin qadê. Lê ne ew çûn û ne jî hiştin em biçin. Di ser de jî gefan li me xwarin û gotin ‘heke hûn biçin em ê we ji xala 302’yê bidarizînin.’ Piştre me serî li Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Baro yên Amedê dan. Di 16’ê tîrmehê de em malbat û gel çûn cihê bûyerê û me cenaze girtin û li gund teslîmî dozgeriyê kirin. Parlementerên HDP’ê jî li wir bûn.”

Dayik 4 caran ji bo testa DNA’yê ji Îzmîrê hatin Amedê

Her wiha Kayran diyar kir ku herî kêm 10 caran ji bo testa DNA’yê serlêdan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “27 roj berê min cara 2’yemîn ji bo testa DNA’yê xwîn da. Ji Îzmîrê 4 caran hatim Amedê. Carekê 53 rojan li vir mam. Duh telefonî min kirin û gotin ‘encama DNA’yan derketiye ev cenaze yên we ne. Du cenaze perçe bûne du cenaze jî saxlem in. Bi kargoyê ji Stenbolê şandin Amedê. Dibêjin ‘em ê di nava hefteyê de bidin we.’”

Ji aliye din ve tevî ku testa DNA’yê ya çar cenazeyên diyar bûne û anîne Amedê jî cenaze vê carê 24 saet in li morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê didin rawestandin û nadin malbatan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar