Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

4 meh in nikarin cenazeyê keça xwe bigirin

Cenazeyê yek ji 5 HPG’iyên di pevçûna 8’ê kanûna 2019’an li Herêma Şenê rû da de jiyana xwe ji dest dan Zehra Eryilmaz ev 4 meh in nadin malbatê. Derbarê cenazeyê Eryilmaz a nedayîna malbatê de li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Dayika Eryilmaz Kutsiye Eryilmaz, serokê ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kavva Kiran beşdarî civînê bûn.

Dayika Eryilmaz Kudusiye Eryilmaz derbarê cenazeye keça xwe de axivî û diyar kir ku bavê wê cenazeye keça xwe ji wêneyan nas nekir û bi awayekî israr xwestiye ku li morgê li rûyê keça xwe meyze bike û wiha got: “Piştre min xwîn da min xwest ez wê bibinim di serî de nehiştin ez herim morgê wê bibinim. Zarokê me ew îşkence heq nekirine. Mirov hinkî hurmetê nîşanî miriyan jî dide. Mirî ku mir ji xwe tu eleqaya wê bi dinyayê namîne. Halê ku zarokê me têdeyî dûrî insaniyetiyê bû. Min dema ku devê poşete vekir halê qîza min ne hal bû û min ew nas nekir. Çawe ku mirov herê ser cenazeye keça xwe û mirov wê nas neke di dinyayê de ji vê tiştê zortir tu tişt tune ye.”

‘Çima cenazeyê keça min nadin’

Eryilmaz bal kişand ser rewşa cenazeyê keça xwe û wiha bang li Wezaretxaneya Edaletê kir: “Ez gazî  Wezîrê Edaletê dikim û gazî kesên ku dibên ez insanim  û xwedî wijdan im dikim. Ev serê çar meha ne ku qereqolê bi deve xwe gazî me kir lê hinceta nedayîna qîza me çi ye? Bi zanebûn nadin gelo, çima hûn nadin me? Her çar malbatên din cenazeyên wan dan wan çima yê me nadin û li mezelê bêxwediyan veşartine.”

Her wiha dayika Eryilmaz qala derûniya xwe ya ku di nava çar mehan de xera bûye kir û ev tişt anî ziman: “Ez rojê du hebên ku psîkolog dane min, dixwim. Ku cenazeye keça min di demeke nêz de nedin min ez ê bêdem têkevim greva birçîbûnê. Ger ku însan bin bila saetekî xwe têxin cihê me. Heta 6-7 rojan tiştek safî nebe ez ê têkevim greva birçîbûne.”

‘Em li benda vegotinên berpirsiyaran in’

Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytun jî derbarê nedayîna cenazeyê de axivî û wiha got: “Bi dehan malbat di vê mijarê de serî li komeleyê dane. Her malbatek jî astengiyên ku di vê mijarê de dijîn in. Em jî dipirsin ku saziyên berpirsyar derbarê van bûyeran de agahî bidin. Me serî li dozgeriyê jî daye. Em li benda vegotina Wezareta Edaletê û Saziya Adlî ya Tibê ne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar