Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

4 rojên şerê Gazeyê de 1500 cenazeyên hamasiyan hatin dîtin

Piştî Hamasê êrîşî Îsraîlê kir ku sivîl qetilkirin, Îsraîl ragihand ku ew di rewşa şer de ne û Gazeyeê bomberan kir. Bîlançoya şerê ku bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, bi rengekî metirsîdar giran dibe. Îsraîl Gazeyê dorpêç kiriye. Hate ragihandin ku li Îsraîlê cenazeyên 1500 hamasiyan hatine dîtin. Lubnan jî di nava fikaran de ye.

Şerê ku 7’ê cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê destpê kir, ku destpêkê bi hezaran roket hatin avêtin, piştre jî hêzên Hamasê ketin nava Îsraîlê, giran dibe. Îsraîlê ragihand ku wan kontrola bajarokên li başûrê welêt careke din bi dest xistine, ku Hamas ketibû nav.

Li gorî bîlançoya ji aliyê Tel Avîvê ve hate weşandin, di encama êrîşa bi roketan û milîtanên çekdar de li aliyê Îsraîlê zêdeyî 900 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku li Îsraîlê 2 hezar û 216 kes jî birîndar bûne.

Li Gazeyê jî di encama bombardûmana Îsraîlê de herî kêm 700 filîstîniyan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî rayedarên xwecihî 3 hezar û 727 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê serê sibehê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji roja Şemiyê û vir ve li Îsraîlê cenazeyên 1500 hêzên Hamasê dîtine.

Di roja çaremîn a şer de artêşa Îsraîlê ev agahî parve kir: “Kontrola bendên sînor ên li Gazeyê hema hema bi temamî hatiye bidestxistin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû gef xwar ku wê ‘êrîşeke heta niha nehatiye dîtin’ li ser Şerîda Gazzeyê bê kirin. Artêşê jî 300 hezar leşkerên cîhgir seferber kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlê diyar kir ku parlamento û wezaretên sivîl ên li Gazeyê jî di nava ‘hedefên wan ên rewa’ de ne. Berdevk ev tişt anî ziman: “Eger yekî çekdar ji cihekî bi vî rengî roketê biavêje, ew der wê bibe hedefa leşkerî.”

Hamasê jî weke bersivdana li bombardûmanê gef xwar ku ew ê dîlgirtiyan înfaz bike. Hamasê got, “Eger bêyî hişyarkirinê êrîş li gelê me bê kirin, wê bibe sedema înfazkirina dîlgirtiyekî.”

Roja duşemê di bombardûmana Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de sê endamên Hîzbûllahê hatin kuştin. Hîzbûllahê jî du leşkergehên li bakurê Îsraîlê bombe kir. Washîngtonê hişyarî da Hîzbûllahê ku li hemberî Îsraîlê eniyeke duyemîn çêneke.

Di vê navberê de hate ragihandin ku îstîxbarata Misrê beriya deh rojan hişyarî da Netanyahû ku gef ji Şerîda Gazzeyê bê kirin. Rojnameya Îsraîlê Yedîoth Ahranoth îdîayeke bi vî rengî kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar