Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

4 rojnameger li Silêmaniyê hatin binçavkirin

Ji duh êvarê ve her du nûçegihanên Ajansa Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed li gel du rojnamegerên din dema ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin hatin binçavkirin û tu agahî ji wan nayê girtin

Duh êvarê nûçegihanên Ajansa Rojnewsê Berhem Letîf û Birwa Eshed dema ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin hatin binçavkirin û heta niha tu agahî ji wan nayê girtin.

Îro Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Silêmaniyê Karwan Enwer û Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb der barê mijarê de agahî dan Rojnewsê û diyar kirin ku her du nûçegihanên wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.

Her wiha Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamegeran, aşkera kir ji bilî her du nûçegihanên Rojnewsê, nûçegihanê kanala Bexdadiye yê bi navê Ebas Mihemed û nûçegihanê kanala El Şerqiya Erebî Rajan Macid jî hatine binçavkirin.

Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb da zanîn her çar rojnameger duh piştî windabûn, wan lêkolîn kir û piştre derket ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.

Her wiha destnîşan kir ku wan li ser mijarê peywendî li gel Ofîsa Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî jî kiriye, ofîsê ji wan re ragihandiye Qubad Talebanî gelek caran daxwaz ji hêzên ewlehiyê kiriye ku rojanamegeran li ser karên wan neyên girtin.

Rêveberê Navenda Metro da zanîn ew li bendê ne her çar rojnameger îro werin berdan.

Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Silêmaniyê Karwan Enwer jî diyar kir ku ji bo berdana rojnamegerên girtî ew li gel aliyên peywendîdar di nava danûstandinan de ne. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar