Li Nisêbînê di dema qedexeya derketina derve de ji kesên jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Mehmet Temîzer bû. Dayika wî Sakîne Temîzer ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire çû cem dozger, dozger jê re got ‘Heger 15-20 sal şûnde avahî bên rûxandin tu yê cenazeyê kurê xwe bibînî’
Piştî pêvajoya çareseriyê hat bidawîkirin di sala 2015’an de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di dema qedexeyan de bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn, bi sedan kes birîndar bûn û bi sedan kes jî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van bajarên ku qedexeya derketina derve lê hatibû îlankirin navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bû.
Di dema qedexeya derketina derve de li Nisêbînê bi dehan kes jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyê hin kesên jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Bêkesan hatibûn veşartin û piştî demeke dûr û dirêj hin malbatan cenazeyê xwe wergirtibû. Lê belê tê gotin cenazeyê gelek kesan jî di bin avahiyên hatin rûxandin û şewitandin de mane.
4 sal in cenaze nexuyaye
Yek ji kesên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da jî Mehmet Temîzer e û 4 sal in cenazeyê wî nexuyaye. 4 sal in malbata wî li cenazeyê digere. Dayika wî Sakîne Temîzer ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne tu der nemaye ku neçûyê lê belê dîsa jî nedîtiye.
Ji ber zext û zordariyan koçî Stenbolê kirin
Dayik Temîzer ji ber rewşa aborî pêşî berê xwe dide navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û li wir kurê wê Mehmet Temîzer û zarokên wê yên din çê dibin. Di salên 90’î de tev li nav revgera siyasî ya kurd dibe û ji ber vê bi zext û zoriyên dewletê re rû bi rû dimîne. Paşê ji ber van zextan û ji ber rewşa aborî berê xwe dide Stenbolê. Li vir jî rewşa malbatê nebaş dibe.
Hew îdare kir
Mehmet Temîzer ji bo alîkariya malbata xwe bike ji dibistana navîn ve dev ji dibistanê berdide û dixebite. Di van salan de hem dixebite hem jî tev li nav xebatên siyasî dibe. Ji ber vê gelek caran tê binçavkirin û tim û tim bi tundiya polîsan re rû bi rû dimîne. Temîzer ji ber van zext û zoriyan berê xwe dide Nisêbînê û di 29’ê Mijdara 2015’an de di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dide.
Dayik Temîzer anî ziman ku ji televîzyonê hîn dibe ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye û got ku gava qedexe qediyaye ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çûye Nisêbînê, lê belê cenaze nedîtiye. Temîzer ku 4 sal in li cenazeyê kurê xwe digere, da zanîn ku paşê çûye emniyet û dozgeriyê û dozgeriyê jê re gotiye ‘Belê navê kurê te jî di nav lîsteya kesên mirine de ye’, lê belê dîsa jî cenazeyê kurê xwe nedîtiye.
‘Kurê min di bin betonê yan jî avahiyan de maye’
Dayik Temîzer diyar kir ku paşê ji bo DNA’yê xwîn daye, lê belê hîn jî tiştek jê derneketiye û destnîşan kir ku di sala 2018’an de çûye Mêrdînê cem dozger û dozger jê re gotiye ‘Em nizanin kurê te li ku ye. Belkî di bin betonê de mabe belkî jî di bin avahiyên hatine rûxandin de. Heger 15-20 sal şûnde ev avahî xera bibin tu yê cenazeyê kurê xwe bibînî.’
‘Ev zilm e, îşkence ye’
Her wiha dayikê diyar kir ku piştî vê bersiva dozgeriyê vegeriyaye Stenbolê û wiha got: “Dozger ji min re got ‘Her 20 sal şûnde were’. Piştî 20 salan kî sax e kî mirî ye. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim. 4 sal in ne şev şev e ne jî bi roj. Her roj li benda xeberekê me. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim. Çûm kur derî li min girtin. Ev zilm e, îşkence ye. Em tiştekî ji wan naxwazin, tenê bila hestiyên kurê min bidin.” STENBOL