Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

4 şehîd li Dirbêsiyê hatin veşartin

Cenazeyên 4 Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di êrîşa dewleta faşîst a tirk de şehîd bûn, bi berzkirina  dirûşman hatin veşartin.

Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yûnis El Mihemed, Selahedîn Hisên, Beşar Elî û Mihemed El Celo ji çerxerêya Dirbêsiyê hilgirtin ser milê xwe û bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berî dan Goristana Şehîd Îsmaîl Hogir.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Ehmed axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Ehmed bêdengiya Rûsya û DYA′yê ya li hemberî êrişan şermezar kir û wiha domand: “Em ê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û em bi şervanên xwe re ne.”

Mihemed Ehmed soza şopandina xeta şehîdan da.

Nûnerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên El Sada bal kişand ser fedakariyên şehîdan û got: “Van lehengdan giyanê xwe fedaî welatê xwe kirin. Ev şehîd li ba xweda zindî ne.”

El Sada anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker wê nikaribe gelên herêmê ji hev qut bike û wiha pê de çû: “Em ji Tirkiyeyê re dibêjin; em li ser vê xakê ne, hûn xirab bikin jî em ê welatê xwe ava bikin, tu nikarî gelê me yê leheng Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkes ji hev qut bikî. Em ê li ser vê xakê bin, me bimirin jî wê mirina me li ser vê xakê be.”

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatinkirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar