Li Stenbolê di maleke ku li ser deriyê wê hişyariya “Baldar be siyanur heye” hebû de 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin
Li kolana Ogûzhan a taxa Guranî ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê, di qata yekemîn a avahiyekê de 2 jê jin 4 xwişk û bira mirî hatin dîtin. Kesekî ku xwe negihand xizmên xwe li polisan geriya û rewşê vegot. Li gorî angaştê, polisên ku hatin cihê bûyerê, li ser deriyê malê hişyariya “Baldar be siyanur heye, li polisan bigerin, nekevin hundir” dîtine. Li ser vê yekê ji bo cihê bûyerê komên AFAD’ê hatin vexwendin.”
Komên AFAD’ê tevdirên pêwîst girtin û ketin hundir. Kom li hundir rastî cenazeyê Cuneyt Yetîşkîn (48), Oya Yetîşkîn (54), Kamûran Yetîşkîn (60) Yaşar Yetîşkîn (56) ku xwişk û birayên hevin hatin. Piştî lêkolînên ku hatin kirin, cenazeyê her çar xwişk û birayan rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. STENBOL