PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

Cuma - 29 Kasım 2024

404 kes piştgirî da banga ‘101 Porspiyan’

Ronakbir, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, rojnameger, siyasetmedar û hunermend jî di nav de ‘101 Porspî’ di 21’ê tîrmehê de danezanek parve kirin û bi vê danezanê bal kişandin ser şert û mercên xirab ên welêt û di serî de ciwan bang li hemû civakê kirin ku li dor ‘tifaqeke demokrasiyê’ kom bibin. Piştî vê bangê 404 welatiyên ku di nav de mamoste, bijîşk, şaredar, nivîskar, rojnameger û hunermend jî hene piştgirî dan banga 101 porspiyan.

404 navdarên ku di nav de Hîkmet Çetîn, Zeynep Altiok, Mehmet Tezkan, Fatma Bostan Unsal, Semra Somersan, Mehmet Fatîh Maçoglu û Omer Faruk Gergerlîoglu jî heye, diyar kirin ku tev li banga 101 porspiyan dibin û geşedanên heyî dişopinin û dibînin.

404 kesên navdar di daxuyaniyê de wiha gotin: “Em dibêjin, li welatê ku her roj jin lê tên kuştin û mafê jinê tê binpêkirin, dewleta ku bi tenê dimîne û bê îtîbar dibe û ji demokrasî û hiqûqê dûr dikeve; li welatê ku her roj azadiya mirovan kêm dibe û mafê mirovan tê binpêkirin, medya di kontrola yek destî de birêve diçe; di rewşa ku berberî, kîn û nifrîn pêş dikeve û dengê muxalif û dostên me yên li mafan digerin tê tepisandin û wekî sûcdar tên dîtin. Tundiya polîsan zêde dibe, bê edalet mahkûm dibe, ji ber vê yekê em xwe û welatê xwe di bin gefan de dibînin. Ji bo ev rewş bê guhertin, em dixwazin îktîdar guh bide dengê welatiyan. Em bang li her kesî dikin ku platforma demokrasiyê ya herî mezin bê avakirin. Em vê yekê wekî gavek lezgîn dibînin û dinirxînin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar