Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

43 salên zêrîn û pîroz!

PKK’ê 43 sal li pey xwe hişt û ket sala 44’an. Tam 43 sal in, ji kêliya yekem heta vê gavê her kesê tev li PKK’ê bû; bi ruheke fedayî û şoreşgerî li ber xwe da, têkoşiya.

43 sal qonaxeke dirêj û gelek pêngavên dîrokî li xwe girtiye. Ji gava yekem a ‘Kurdistan mêtingeh e’ heta avakirina partiyê ya 27’ê Mijdara 1978’an a destpêkirina Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê û şerê çekdarî ya 15’ê Tebaxa 1984’an ve bûn hîmên esasî yên ku PKK’ê xwe li ser bigire û bi pêşve biçe. Bi taybet berxwedana Zindana Amedê, çalakiya fedayî ya Mazlûm Dogan, Çalakiya Çaran û dîsa Berxwedana Greva Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an PKK di warê îdeolojî û bîrdoziya kadrobûyînê de kamil kir, gihand asta fedayîtî ya serketinê teqez bike û li ber dagirker û celadan serî û çok nedane.

Vê berxwedanê PKK li ser pêyan hişt û berê wê da şoreşa çekdarî; vegera li Kurdistan û şerê azadiyê.

Bi teqez ev meşa 43 salan wer hêsan nebû, di serî de PKK’ê lehengên xwe yên herî fedekar û dilsozên azadiyê û gelê kurd jî ewladên xwe yên herî hêja û fedekar; ji bo azadiyê kirin qurban. Berdêla 43 salan gelek giran û bi êş e, vegotin, ziman ditevize, peyv û hevok têrê nakin. Ne bi stran, ne bi pirtûk ne jî bi romanekê dikarî wesif û pênase bikî. Ji bo wê Serok Apo ji bo PKK’ê gotina ‘PKK romaneke hê nehatiye nivîsîn’ bi kar aniye. Heta PKK negihêje azadî û serfiraziya gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn wê ev roman bi dawî nebe.

Berxwedana sala 43’an bi heybet hat kirin, wê deh qatî wê sala 44’an dom bike. PKK a kesê nediwêra navê wê hilde, îro li seranserî welat û derveyî welat weke muxatab tê girtin, rêz ji bo wê tê girtin. PKK a ji bo azadiya gelê kurd dest bi têkoşînê kir, îro ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya cîhanê şer dike.

Encama têkoşîna 43 salan kir ku îro li cîhanê di serî de daxwaza azadiya Rêber Apo bê kirin û PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. PKK îro ne weke ‘terorîst’ aliyek ê şer tê dîtin û piştevanî tê kirin. Ev yek wer hêsan nebû. Dema mirov li dû xwe dinêre bibîne, di nava van 43 salan de çiqas berdêlên giranbûha û dîsa encamên pir mezin bi dest xistine. Ji bo me kurdan her kêliya 43 salan pîroz û bi nirx in. Her kêlî me şehîdek da û wilo me xwe mezin kir û gav avêt. Ji bo wê her roja partiyê pîroz û zêrîn e.

Em ketin sala 44’an. Ji bo vê meşê bi azadiyê tacîdar bikin, ji her kêliyê divê xurtir, serî rakin; dijmin têk bibin. Dewleta tirk a dagirker-qirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zap, Metîna, Avaşîn, Heftanîn û hwd.. têk çû. Li zindanan faşîzm li ber berxwedan û vîna dîlên azadiyê hilweşiya. Ji bo wê hêz û taqeta dagirker şer bike nemaye, divê heyf û tola gelê kurd ji wan hildin, li erdê bidin.

Werin em bi hev re serê sala 44 bikin sala azadiya Rêber Apo, dîlên azadiyê, serfiraziya gelê kurd û Kurdistanê. Ji bo wê li her dera welat û taybet derveyî welat bikin ku PKK ji lîsteya ‘terorê’ bê derxistin û di warê parastina mafê gelê kurd de dîplomasiyeke xurt ava bikin. Di serî de jinên ciwan û ciwanên kurd bibin parêzvan û avakarên sîstema Modernîteya Demokratîk a mirovahiyê.

Werin em dest bidin destê hev, bi hev re li wareke azad û bi Rêbertiyek azad re, li ser bingehê heqîqeta jin û jiyana azad bijîn…

Nûçeyên Têkildar